HRW: Desteyên dadwerî û windayan fikaran çêdikin 

Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan (Human Rights Watch) têkildarî ’Desteya Dadweriya Pêvajoya Veguhestinê’ û ’Desteya Kesên Winda li Sûriyeyê’ ku ji aliyê desthilata Şamê ve hatine avakirin diyar krir ku tengbûna çarçoveya erkên desteyê û dûrxistina binpêkirinên ku ji hêla aliyên ji derveyî hikumetê ve hatine kirin, fikaran çêdike. 

HRW: Desteyên dadwerî û windayan fikaran çêdikin 
20 gulan, 2025   12:21
NAVENDA NÛÇEYAN 

Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan (Human Rights Watch) têkildarî ’Desteya Dadweriya Pêvajoya Veguhestinê’ û ’Desteya Kesên Winda’ ku ji aliyê desthilata Şamê ve hatine damezirandin, raporek weşand. 

Di raporê de hatiye gotin, "Dibe ku her du desteke gavên sembolîk ber bi naskirina binpêkirinên mezin ên li welat çêbûne ve be, lê li gorî biryara fermî, rayeyên Desteya Dadweriya Pêvajoya Veguhestinê de sînordar e. Tengbûna çarçoveya erkên desteyê û dûrxistina binpêkirinên ku ji hêla aliyên ji derveyî hikumetê ve hatine kirin, fikaran çêdike." 

HRW’ê îşaret bi "Danezana destûrî" jî kir ku di Adara îsal de hate ragihand û bi bîr xist ku danezanê cih daye mexdûran, lê di biryara 17’ê Gulanê ya avakirina desteya Dadweriya Pêvajoya Veguhestinê de bal hatiye kişandin ser sûcên ku rejîma Esed kirine, lê cih nedaye sûcên ku ji aliyê komên dîtir ve hatine kirin. 

HRW’ê hişyarî da ku beşarînekirina qurbanî û mexdûran di her du desteyan de baweriya civakê bi xebata wê lawaz dike ku wekî şekl tenê dimîne. Hate gotin, "Çalakvanên sûriyeyî, parêzer û malbatên qurbaniyan roleke sereke di belgekirina binpêkirinan de listine, lew ra beşdarkirina wan di vê pêvajoyê de pêwîstiyek e." 

Di raporê de behsa zêdebûna xîtaba mezhebî jî hate kirin ku hate gotin, pêdivî bi pêvayeke dadweriyê ya veguhestinê heye ku tu kes jê neyê dûrxistin. Hate diyarkirin ku  desthilata Şamê li pêşberî du xaçereyan e; an pêvajoyeke rasteqîn pêk bîne ku mafên hemû kesan nas bike an jî wê parçebûn û dûrxistinê bisepîne.  

HRW’ê di dawiya raporê de diyar kir ku hîna derfeteke rasteqîn heye, lê eger desteyên nû dengên qurbaniyan û rola wan paşguh bike dê têk biçe. 

(bb)