’Sûcdarên li Peravê, heman sûcî li Siwêdayê dikin’

Endama Komîteya Têkilî û Îtifaqê Siyaseta Demokratîk a Kongra Star Rûken Ehmed der barê binpêkirinên li Siwêdayê yên li dijî jinan û gel tên kirin de wiha got: “Ji ber ku sûcdarên li perava Sûriyeyê komkujî pêk anîn nehatin darizandin, îro heman kes li Siwêdayê heman sûcan dikin.”

’Sûcdarên li Peravê, heman sûcî li Siwêdayê dikin’
23 tîrmeh, 2025   07:35
NAVENDA NÛÇEYAN
BÊRÎTAN ÎRLAN

Piştî di 13’ê Tîrmehê de li bajar Siwêda û gundewarên wê di navbera komên girêdayî hikumeta veguhêz a Sûriyeyê û şervanên Durzî yên herêmî de şer dest pê kir, li herêmê ewlehî têk çûye. 

Piştî komên girêdayî hikumeta veguhêz a Sûriyeyê ketin bajarê Siwêdayê û gundewarên wê, gelek dîmenên qetilkirin, talan û revandina jinan hatin parvekirin.

Li gorî agahiyên ku çalakvanên mafên mirovan û çalakvanên ji Siwêydayê dane, heta niha hatiye ispatkirin ku 80 jin winda ne. Li gorî agahiyên ku endama Komîteya Têkilî û Îtifaqê Siyaseta Demokratîk a Kongra Star Rûken Ehmed da ajansa me, hejmar ji vê zêdetir e, lê ji ber rewşa ne ewle ya herêmê hejmarek zelal nehatiye bidestxistin.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku heta niha li bajar û gundewarê Siwêdayê 1150 kes hatine qetilkirin. Rêxistina Navneteweyî ya Koçberan a NY`yê di daxuyaniya xwe ya 20’ê Tîrmehê de aşkera kiribû ku ji dema destpêkirina şer li Siwêdayê û heta niha 128 hezar û 571 kes koçber bûne.

JINÊN SIWÊDAYÊ BANG DIKIN

Rûken Ehmed anî ziman ku jinên herêmê û hevalên wan ên li Siwêdayê dixwazin ku xebatek ji bo diyarkirina çarenûsa jinan bê meşandin û got: " Dixwazin di aliyê ewlehî û alîkariyên mirovî de xebat bên meşandin. Bi taybet jî bi awayek awarte alîkariya derman, av û rewşên mirovî bê kirin û şer bê rawestandin. Ji bo vê jî korîdorek mirovî bê vekirin."

Rûken Ehmed diyar kir ku gelê li Siwêydayê bang dikin ku agahiyên li ser medyaya civakî yên dibêjin “Durzî êrişî Bedewiyan dikin” ne rast in û wiha domand  "Ev bi zanabûn ji bo teşhîrkirina gelê Dûrzî û rewakirina komkujiyê tê kirin. Gelê Siwêda dibêje berê wan dixwest pergalek nenavendî bê avakirin û ev daxwazek bû, lê niha teqez dikin ku pergalek nenavendî bê avakirin, ew nikarin di nava pergalek selefî de bijîn."

LI PERAVÊ JÎ HEMAN SÛC DIDOMIN

Rûken Ehmed li ser rewşa jinan a li peravên Sûriyê jî wiha got “Ji 8’ê Kanûna 2024’an ve heta niha jî li peravê revandina jinan didome. Heta niha çarenûsa zêdetirî 20 hezar mirovî ne diyar e. Malbatên jinên li peravê hatine revandin ji ber xetereya li ser jiyana jinên revandî ditirsin agahiyan bidin, jinên bi şêweyekî hatine berdan jî ji ber gefên li ser malbatan nikarin belgeyan bigihînin saziyên jinan û ragihandinê.”

Rûken Ehmed hikumeta veguhêz tewambar kir û wiha got, “Ev bûyer di berpirsyariya hikumeta veguhêz de çêdibin. Xîtaba hikumetê yekalî ye û şer gur dike. Nasnameyekî li ser nasnameyek din ferz dike. Ji bo binpêkirinên li peravê rapor radestî Ehmed Şeri kirin, lê ewqas sûcên bi dîmen hatin kirin jî kesên sûcdar nehatin darizandin. Niha jî heman kes li Siwêdayê heman tiştî dubare dikin.”

Heta niha hinek şandeyên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hikumeta veguhêz re têkilî danîn. Her çendî saziyên jinan hewl dane, Meclisa Şêwirmend a Sûrî ya ku Kongra Star jî endama wê ye hewl daye ji bo rewşa jinan têkilî dane jî, bersivek nedane hewldanên wan."

Rûken Ehmed da zanîn ku heta niha jinan ji bo rewşa jinên li Siwêdayê hinek çalakî û meş li dar xistine û daxuyanî dane û got "Li ser asta Rojhilata Navîn jî daxuyanî ji aliyê saziyên jinan ve hatin dayîn, lê ev têrê nake. Divê çalakiyên berfihetir û tevgirtî bêne çêkirin. "

(bb)

ANHA