Pêkhateyên Şêxmeqsûd-Eşrefiyê Çarşema Sor pîroz kir

Şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê, bi dirûşma "Bi ruhê şehîdên azadiyê em ê Çarşema Sor vejînin û dagirkeriyê têk bibin", Cejna Çarşema Sor pîroz kir.

16 nîsan, 2025   20:57
HELEB

Mala Êzîdî ya taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bi boneya Cejna Çarşema Sor (Sersala Êzîdî), bi dirûşma "Bi ruhê şehîdên azadiyê em ê Çarşema Sor vejînin û dagirkeriyê têk bibin" şahiyek li herêma Şiqeyêf a taxa Şêxmeqsûd organîze kir.

Di şahiyê de hevserokê Mala Êzîdî Menan Cafer diyar kir ku koçberên Efrîna dagirkirî amade ne ku bi ruhê Çarşema Sor vegerin Efrînê û got sala 2025'an wê bibe sala çareserkirina pirsgirêkan û pêkanîna hêviyên gelê Kurd.

Hevseroka Mala Êzîdî Şêrîn Çawîş li ser Çarşema Sor axivî û diyar kir ku Çarşema Sor roja nûbûna xweza û aştiyê ye û aştî jî bêyî fedakariyên şehîdan û têkoşîna li gorî fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan pêk nayê.

Bi navê Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Nehla Mustefa, bi navê pêkhateya Xiristiyan Basil Qis Nesrellah û bi navê Kombenda Olan Nesrîn Îbrahîm peyam xwendin û di peyamên xwe de girîngî da girêdana mirovî ya di navbera tevahî mirovan de bi hemû ol û baweriyên wan.

Di dawiya şahiyê de koma şehîd Beşîr û komên din ên Navenda Çand û Hunerê ya Cemîl Horo û Hîlala Zêrîn û hunermend Elî Aştî stran û berhemên hunerî pêşkêş kirin.

(mh/fr)

ANHA