Konferansa Neteweyî ya Kurd li Rojava hat paşxistin

Ji ber sedmên teknîkî yên têkildarî hin beşdaran Konferansa Neteweyî ya Kurd li Rojava hat paşxistin, lê ji bo misogerkirina beşdariyeke girse ya lidarxistina konferansê di demeke nêz de amakarî didomin.

Konferansa Neteweyî ya Kurd li Rojava hat paşxistin
16 nîsan, 2025   21:11
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyek ji Komîteya Amadekar a Konferansa Neteweyî ya Kurd li Rojava ragihand ku lidarxistina konferansê hat paşxistin. Diviyabû konferans roja înê (18’ê Nîsanê) bi beşdariya partî, hêz û rêxistinên siyasî yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bihata lidarxistin.

Çavkanî aşkera kir ku sedema paşxistina konferansê ji ber hin mijarên teknîkê yên têkildarî hin aliyên beşdar e û got xebatên wan ên lidarxistina konferansê di demeke nêz de, tevî beşdariya girse û aktîv didomin.

Ji bo bersivdana daxwazên gelê Kurd, diviyabû encamên dan û standinên di navbera hêzên Kurd de û îmzekirina belgenameya yekitiya partiyan û rêxistinan  di rojên Newrozê de bihatina ragihandin.

Piştî rêzecivînan ku herî dawî di 16’ê Adarê de bû, hêzên Kurd li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ser belgenameyeke siyasî li hev kir ku ev gaveke girîng ber bi yekitiya Kurdî ve ye. Di belgenameyê de hat gotin ku komîteyek ji bo dan û standina bi desthilata Şamê re li ser mafên gelê Kurd û pêwîstiya misogerkirina wê di destûra Sûriyeya nû de, were avakirin.

Nîqaşên di navbera aliyên Kurd de yên têkildarî siberoja hebûna Kurd li Sûriyeyê ji salan ve tên kirin. Çavdêr hêvî dikin ku ev konferans bibe xala veguherînê di rêveçûna xebata siyasî ya Kurd de ya ber bi pêkanîna hêviyên neteweyî û niştîmanî yên gelê Kurd li Sûriyeyê.

(fr)