Îsraîl: Em ji Sûriye, Lubnan û Xezayê venakişin

Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê daxuyand ku hêzên wî ji Xeza, başûrê Lubnanê û başûrê Sûriyeyê venakişin û got, " Ew piştî paqijkirina herêmên ku desteser kirine, wan vala nakin. Lê ew ê di van herêman de weke herêmeke tampon di navbera dijmin û civakên Îsraîlê de bimînin, çi demkî çi jî mayînde be."

Îsraîl: Em ji Sûriye, Lubnan û Xezayê venakişin
16 nîsan, 2025   20:51
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Israel Katz ragihand ku wê hêzên Îsraîlê li "herêmên ewlehiyê" yên Xeza, başûrê Lubnanê û başûrê Sûriyeyê heta "demeke nediyar" bimînin. Her wiha diyar kir ku di dema niha de tu niyeta Îsraîlê ya jinûve hiştina derbasbûna alîkariyan ji bo Xezayê tune ye.

Katz di daxuyaniyeke fermî de got, "Artêş dev ji herêmên piştî paqijiyê desteser kirine, dernakevin, lê belê wê di van herêman de weke herêmeke tampon di navbera dijmin û civakên Îsraîlê de bimînin, çi demkî çi mayînde be, ev rewş ji bo Lubnan û Sûriyeyê jî derbasdar e."

Katz diyar kir ku qedexeya derbasbûna alîkariyan ji bo Xezayê, yek ji alavên sereke yên zextkirina li Hemasê ye û ji wê zêdetir Îsraîlê gavên dîtir pêk tîne.

Katz diyar kir ku di demeke nêzîk de ew ê makanîzmekê ji bo belavkirina alîkariyan bi rêya şîrketên sivîl amade bikin.

Hemwextî wê, xebat û hewldanên dîplomatîk ên pêkanîna agirbestê li Xezayê didomin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku artêşa Îsraîlê tevî peymana agirbestê ya 27'ê Mijdara borî, hîna li 5 deverên stratejîk ên başûrê Lubnanê ye. Di peymanê de hatiye diyarkirin ku divê artêşa Îsraîlê ji Lubnanê vekişe, li hemberî wê jî Hizbullah ji başûrê Lubnanê vekişe û çek û baregehên xwe radestî artêşa Lubnanê bike.

Piştî ketina rejîma Beşar Esed, artêşa Îsraîlê "herêma bêçek" a ku berê hatibû diyarkirin derbas kir û li gelek deverên sînor ên Sûriyeyê navend û baregeh ava kirin.

(mh/fr)