’Dewleta Tirk û çeteyên wê Idlib kirine navenda terorê’

Fermandarê Lîwa Siwar Idlib destnîşan kir ku tiştên ku li Idlib û deverên dagirkirî diqewimin bi fermanên dewleta Tirk a dagirker e û got: " Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên Heyet Tehrîr El Şam Idlib veguhastin navenda terora cîhanî."

’Dewleta Tirk û çeteyên wê Idlib kirine navenda terorê’
6 nîsan, 2024   02:32
MINBIC

Fermandarê Lîwa Siwar Idlib a hêzên Cebhet El Ekrad Îskender Ela rewşa dawî ya Idlibê ya di bin dagirkeriya artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê de nirxand.

Îskender Ela bi bîr xist ku Heyet Tehrîr El Şam a ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye amadekirin Idlib kontrol dike û got: "Dewleta Tirk bi rêya vê komê berjewendiyên xwe dimeşîne. Di salên dawîn de bi taybetî di 2013 û 2014'an de Heyet Tehrîr El Şam bi desteka dewleta Tirk hemû komên şoreşger ên niştîmanî tune kirin û dest danî ser Idlibê."

Ela destnîşan kir ku Heyet Tehrîr El Şam bi rêya teror, kuştin, revandin, bacan û tecawizkirinê zextê li şêniyan dikin da ku li gorî siyasetên wan bimeşin û wiha domand: "Têkiliya me bi gel û xizmên me yên li Idlibê hene, diyar dikin ku ew êdî vê zilmê tehemul nakin. Xwepêşandanên gel ên li bajarê Idlibê çêbûne, piştrast dike ku şênî hebûna dagirker û çeteyan qebûl nakin."

Ela diyar kir ku doza Idlibe ne tenê bi çeteyên Heyet Tehrîr El Şam ve girêdayî ye, lê belê bi dewleta Tirk a dagirker ve ya ku destekê dide wan û wan ji bo pêkanîna planên dagirkeriyê û fikrên Îxwan Muslimîn bi kar tîne, girêdayî ye.

Ela bal kişand ku armanca sereke ya şêniyên Idlibê ew e ku ji fikrê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê xelas bibin. Ela bal kişand ku girtîgehên li Idlibê wek ên rejîma Baas in û hejmara girtiyên li ba Heyet Tehrîr El Şam jî wek a li ba rejîmê ye.

Fermandarê Lîwa Siwar Idlib  da zanîn ku tiştê ku li Idlib û deverên dagirkirî diqewime bi fermanên dewleta Tirk a dagirker e û got: " Nakokî û pevçûnên di navbera çeteyan de jî bi fermanên dewleta Tirk a dagirker in. Armanc ew e ku kes serî hilnede. Dewleta Tirk ji destpêka aloziya Sûriyeyê şoreşger û welatparêzan dûr dixe û fikrê Îxwan Muslimîn a terorî belav dike."

Ela destnîşan kir ku dewleta Tirk ji bo veşartina binkeftina projeya Îxwan Muslimîn li Misirê dixwaze Idlibê bike navenda belavkirina fikrê wan ê tundraw.

Îskender Ela got: "Wekî Siwar Idlib me ji zû de armancên Cebhet El Nusra û komên tundraw nas kirine. Ji ber vê yekê êrişê me dikin û hewl didin me tune bikin. Ji bo wê em ji Idlibê derketin, me berê xwe da Efrînê û em tev li hêzên Cebhet El Ekrad ên di bin siya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) de bûn, ji ber ku me fikrê neteweya demokratîk, biratiya gelan û wekhevî lê de dît."

Fermandarê Lîwa Siwar Idlib Îskender Ela got: "Dema em bi şêniyên xwe yên Idlibê re diaxivin em dibînin ku ew projeya Rêveberiya Xweser dixwazin, ev tişt ne tenê li Idlibê her wiha li Siwêda û tevahî herêmên rejîma Baas e."

(mh)

ANHA