Pêkhateyên Girkê Legê: Pêdiviya Sûriyeyê bi diyalokê heye

Pêkhateyên Girkê Legê gotin hinek alî dixwazin fitnê têxin navbera pêkhateyên Sûriyeyê lê pêdiviya Sûriyeyê bi diyalok û aramiyê heye.

Pêkhateyên Girkê Legê: Pêdiviya Sûriyeyê bi diyalokê heye
27 tîrmeh, 2026   05:45
QAMIŞLO
ROHAT XELEF

Li Sûriyeyê û bi taybet li herêma Cizîrê di vê pêvajoyê de hinek alî hewl didin ku fitnê têzin navbera pêkhateyên Sûriyeyê, zimanê nefretê didin bikaranîn û dixwazin aramiya li herêmê xira bibe.

Ebdulbaqî Mihemed got: "Sûriyeyê di pêvajoyeke nû re derbas dibe, hinek aliyên derve dixwazin fitnê têxin navbera pêkhateyên herêmê û pirsgirêk derbikevin. Em hemû aliyên ku dixwazin fitnê têxin navbera Kurd û Ereban de şermezar dikin. Ez bang li hemû pêkhateyan dikim ku bi hev re Sûriyeyeke demokratîk ava bikin û aramiya li herêmê biparêz in."

Mihemed Hesawî (ji pêkhateya Ereb e) jî got: "Ereb, Kurd, Ermen, Suryan û Aşûr ev bûye bi hezarê salan bi hev re dijîn. Ez bang li hemû pêkhateyan û bi taybet li êlên Ereb dikim ku xwe ji zimanê nefretê û provokasyonan biparêzin û ewlehî û aramiya herêmê were parastin. Hinek aliyên derve êrîşî xwişk û biratiya gelan dikin. Em xwişk û bira ne, erka me ye ku em jiyana xwe ya hevbeş biparêzin û destûr nedin ku kesek ziyanê bighîne têkiliyên me yên civakî."

Her wiha endamê Insiyatîfa Gel Kenan Berekat got: "Sûriye di pêvajoyeke hesas re derbas dibe. Di vê pêvajoyê de pêwîste zimanê diyalokê bi kar bînin û ji provokasyonan dûr bikevin. Pêdiviya Sûriyeyê bi aştî û aramiyê heye. Di vê dema dawiyê de hinek dixwazin fitnê têxin navbera pêkhateyan. Sûriyeyê bi pirrengiya xwe ya neteweyî, olî û çandî dewlemend e. Divê em zane bin û neyên van provokasyonan. Ew êrîşî yekitiya civakê dikin. Pirsgirêkên Sûriyeyê bi çek çareser nabin, dê bi rêya diyalok, siyasetê û muzakerayan çareser bibe. Em dixwazin Sûriyeyeke demokratîk û yekgirtî were avakirin. Cûdahiyê nexin navbera pêkhateyan û mafên wan bidin wan. Îro pêdiviya Sûriyeyê bi aramiyê heye, pirsgirêka aborî çareser bibe û hevbeş bijîn."

(np)

ANHA