‘Heta dewleta Tirk û çeteyên wê li Efrînê bin ewlehî tune ye’

Koçberên ji Efrînê diyar kir ku bi hebûna dewleta Tirk û çeteyên wê li Efrînê, ewlehî tune çênabe û got "Em dixwazin bi ala şervanên xwe vegerin cih û warên xwe."

‘Heta dewleta Tirk û çeteyên wê li Efrînê bin ewlehî tune ye’
22 nîsan, 2025   03:50
HESEKÊ
ZEYNEB ŞÊXO

Şêniyên ji kantona Efrîn-Şehbayê yên ji ber dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê ji warê xwe koçber bûne, der barê vegera li Efrînê de nêrînên xwe bi me re parve kirin. Koçberan diyar kir ku bi hebûna dewleta Tirk û çeteyên wê tu carî aramî û ewlehî pêk nayê nû her tim astengiyan li pêşiya vegera koçberan çêdike.

Ednan Şêx Mihemed diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker niha li Efrînê sûcên dijî qanûnî dikin. Şêx Mihemed bi bîr xist ku tevahî koçberên sûriyeyî vegeriyan cih û warê xwe, tên koçberên Efrîn, Sêrkaniyê û Girê Spî jî benda vegerê ne.

Ednan Şêx Mihemed wiha got: " Tevahî gelê Sûriyeyê û pêkhateyên wê têgihiştinê vê yekê ku bi projeya neteweya demokratîk wê tevahî pirsgirêk çareser bibin, ji bilî vê yekê jî tu rê tune ye. Edî bes e bila pirsgirêkên li Sûriyeyê çareser bibin û koçberî bi dawî bibe."

Şêx Mihemed wiha behsa kantona Efrînê ya dagirkirî kir: "Li Efrînê her tim Efrînî rastî tundiyê tên. tu carî ewlehî tune ye. Em dixwazin bi saya şervanên xwe vegerin cih û warê xwe.”

Ednan Şêx Mihemed di dawiya axaftina xwe de wiha got: "Em garantiyên navneteweyî dixwazin, hesab ji sûcdaran were pirsîn û em dixwazin bê tirs vegerin."

Ruqeye Ehmed jî anî ziman ku hêviya wan ew e ku di demeke nêzîk de vegerin warê xwe û da zanîn ku li Efrînê hîna kiryarên li dijî şêniyên resen berdewam in û li Efrînê ewlehî tune ye.

Sadiq Mihemed jî anî ziman ku hêvî û armaca destpê ya her koçberekî\ê ku vegere cih û warê xwe û got: "Em jî li benda wê rojê ne. Dijmin Efrîn dagirkirine û her roj kiryarên wan a li dijî xweza û mirovahiyê heye û ji me re dibijin werin tişt tune.”

Sadiq Mihemedî diyar kir ku bii hebûna çeteyan li Efrînê ewlehî tune ye û ev li gotinên xwe zêde kir: “Dema ku hemî kiryar li wir bi dawî bibin em dikarin vegerin. Daxwaze me ku em bi hêza şervanên xwe û di bin sîwana neteweyên yekbûyî de vegerin."

(bb)

ANHA