Pedersen û Washington û Moskovê xwestin Rêveberiya Xweser beşdarî piroseya siyasî bibe

Pedersen diyar kir ku Meclisa Ewlehiyê ji ber hebûna çekdarên biyanî li Sûriyeyê bi guman e û daxwaza destpêkirina danûstandinan ji bo beşdarkirina hêzên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di pêvajoya siyasî de, kir. Balyoza Amerîkayê ya li Meclisa Ewlehiyê diyar kir ku ji bo têkoşîna li dijî DAIŞ'ê Amerîka bi QSD'ê re di hevkariyê de ye. Her wiha balyoza Amerîkayê û şandeyê Rûsyayê jî bang li desthilata Şamê kir ku hesabê ji sûcdarên komkujiyên perava Sûriyeyê, bixwaze.

Pedersen û Washington û Moskovê xwestin Rêveberiya Xweser beşdarî piroseya siyasî bibe
25 nîsan, 2025   21:32
NAVENEA NÛÇEYAN

Şanderê neteweyî yê ji bo Sûriyeyê Gier Pedersen di civîna Meclisa Ewlehiyê ya Navneteweyî ya ji bo Sûriyeyê de, diyar kir ku yekhelwesta Meclisa Ewlehiyê ya der barê Sûriyeyê gaveke erênî ye û got: "Rewşa li perava Sûriyeyê zehemtiyeke mezin e. Pêdiviya me bi pêvajoyeke siyasî ya giştî li Sûriyeyê heye."

Pedersen bang li desthilata Şamê kir ku hesabê ji sûcdaran bixwaze û hemû beşên civaka Sûriyeyê biparêze. Her wiha diyar kir ku Meclisa Ewlehiyê ji ber hebûna çekdarên biyanî li Sûriyeyê bi tirs û guman e.

Pedersen got ku divê rêbazek ji bo danûstandinan were danîn da ku Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di pêvajoya siyasî de beşdar bibe û got: "Mijara girtina çekan û jihevxistina komên çekdar û ji nû ve tevlêkirina wan, mijareke pir tevlihev û zehmet e."

Balyoza Amerîkayê ya li Meclisa Ewlehiyê Dorothy Shea got ku Amerîka ji bo têkoşîna li dijî çeteyên DAIŞ'ê bi Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) re di hevkariyê de ye û tevî kêmkirina hejmara leşkerên Amerîkayê yên li Sûriyeyê, lê dîsa jî fermandariya navendî ya Amerîkayê dê ji bo destwerdanê her tim amade be.

Dorothy Shea bang li dewletan kir ku welatiyên xwe yên tev li DAIŞ'ê bibûn û niha li Sûriyeyê girtî ne, wergire û got ku desthilata Şamê ji bo têkoşîna li dijî terorê, pêkneanîn êrişan li dijî dewletên derdorê û derxistina çekdarên biyanî, berpirs e.

Dorothy Shea got ku baweriya Amerîkayê bi desthilata Şamê tune ye da ku wan girtiyan li herêmên wê bi cih bike.

RÛSYA Û AMERÎKAYÊ DAXWAZA HESABXWESTINA JI SÛCDARÊN PERAVÊ KIR

Dorothy Shea diyar kir ku divê desthilata Şamê hesabê ji hemû sûcdarên perava Sûriyeyê bixwaze û teqez bike ku tu kes li derveyî qanûnê tune ye û got: "Amerîka dê şopandina kiryarên desthilata nû ya Sûriyeyê bidomîne."

Şandeyê Rûsyayê ji bo Neteweyên Yekbûyî (NY) Vasily Nebenzya got ku rewşa sînorê Sûriya û Lubnanê û li perava Sûriyeyê hîn jî ne aram e.

Nebenzya banga destpêkirina lêpirsînan der barê bûyerên li peravê de, kir û got: "Hin koçberên ji bajarokên peravê di baregeha Himêmîm de li ba me ne."

Nebenzya got ku divê di diyaloga Rêveberiya Xweser û desthilata Şamê de pêşketin hebe.

(mh)