Pedersen: Pêvajoya veguhêz a Sûriyê di metirsiyê de ye

Nûnerê Taybet ê NY yê ji bo bo Sûriyeyê li pêşiya Meclisa Ewlehiyê hişyarî da ku pêvajoya veguhêz a Sûriyeyê di xeteriyê de ye ji ber zêdebûna sûc û kiriyarên li Siwêdayê. Pedersen destnîşan kir ku binpêkirinên li dijî sivîlan û kêmbûna baweriyê di pêvajoya siyasî de zêde dibe. Her wiha hewldanên berdewam ji bo lidarxistina civînekê li Parîsê piştrast kir û bang li hemû aliyan kir ku ji bo avakirina baweriyê û bidestxistina pêşketinê tawîzan bidin.

Pedersen: Pêvajoya veguhêz a Sûriyê di metirsiyê de ye
28 tîrmeh, 2025   21:11
NAVENDA NÛÇEYAN

Nûnerê Taybet ê Netewên Yekbûyî (NY) yê ji bo Sûriyeyê Geir Pedersen di civîna Meclisa Ewlehiyê ya NY de hişyarî da ku pêvajoya veguhêz a Sûriyeyê di meha borî de ji ber sûcên dermirovî li dijî sivîlan metirsiya perçebûnê zêde kiriye.

Pedersen diyar kir ku ji ber sûc û kiriyarên li parêzgeha Swêdayê sûriyeyî matmayî mane lewma divê ev binpêkirin rawestin.

Pedersen binpêkirinên li dijî sivîl û êrişên Îsraîlê şermezar kir û piştrast kir ku wî û Ofîsa Komîserê Bilind ê Mafên Mirovan raporên binpêkirinên bi hemû cûreyan wergirtine.

Pedersen nîgeraniya xwe li ser raporên revandina jinên Durzî û windakirina jin, zarok û mêran anî ziman.

Geir Pedersen bang li rayedaran kir ku rapora komîteya lêpirsîna taybet a li ser bûyerên peravên Sûriyeyê biweşînin, edaletê ji bo qurbaniyan misoger bikin û hemû berpirsiyaran, darizînin.

Pedersen mikur hat ku avahiya ewlehiyê ya Sûriyeyê hîn jî "parçebûyî" ye, û hebûna hejmareke mezin ji çeteyan rê li ber dewletê digire ku serweriya xwe îsbat bike ji ber vê yekê bang li hikûmeta veguhêz kir ku bi awayekî profesyonel tevbigere, hesabpirsînê misoger bike û baweriya bi welatiyan re ji nû ve ava bike.

Pedersen li ser pêwîstiya reformkirina sektora ewlehiyê û bêçekkirin û bêbandorkirina komên çekdar kir.

Di dawiyê de Pedersen eşkere kir ku komeke sûriyeyî vê dawiyê pêşniyara lidarxistina konferanseke neteweyî ya nû, berfirehtir û kûrtir kiriye, di vê der barê NY de amade ye ku piştgiriyeke tevahî peyda bike da ku serkeftina veguherînek siyasî ya berfireh a ku ji hêla Sûrîyan bi xwe ve tê rêvebirin misoger bike.

(ac/şx)