Pedersen: Divê alozî li gorî biryara 2254’an çareser bibe

Nûnerê taybet ê NY`yê yê Sûriyeyê Geir Pedersen diyar kir ku rewşa li Sûriyeyê li gel aloziya herêmî xirabtir dibe û destnîşan kir ku divê alozî li gorî biryara 2254’an çareser bibe.

Pedersen: Divê alozî li gorî biryara 2254’an çareser bibe
28 sibat, 2024   10:17
NAVENDA NÛÇEYAN

Nûnerê taybet ê NY`yê yê Sûriyeyê Geir Otto Pedersrn bi bîr xist ku li gorî nîşaneyan rewşa li Sûriyeyê xirabtir dibe, nemaze ku aloziya li herêmê berdewam e. 

Pedersen di civîna Meclisa Ewlehiyê ya têkildarî rewşa Sûriyeyê de roja sêşemê lidarnexistina gera 9`emîn a komîteya destûrî rexne kir. Pedersen got: "Di heman demê de faktorên din ên aloziya Sûriyeyê berdewam in û sedema sereke ya windahiyan e. Divê alozî li Sûriyeyê raweste û li gorî biryara 2254’an agirbest pêk were."

Her wiha Pedersen bal kişand ser rewşa girtiyan û windahiyan kir û got: "Têkildarî rewşa 100 hezar girtî û windahiyan me heta niha li gorî biryara 2254’an tu encam bi dest nexistin."

Cîgirê sekreterê giştî yê kar û barên mirovî yê NY`yê Martin Griffiths jî got: "Encamên xirab ên erdhejên trajedîk û aloziya ku 13 salan e berdewam e, hîna dewam dikin."

Martin Griffiths destnîşan kir ku pêwîstiya zêdetirî 16 milyon sûriyeyiyan bi alîkariyên mirovî heye û ev hejmar nêzî ji çaran sêyê serjimara welêt e.

(şx)