Li Idlibê şênî li dijî serçete El Colanî derketin

Li gel tevliheviya ewlehiyê bi sedan şêniyên Idlibê ya dagirkirî banga çûyîna serçeteyê Tehrîr El Şam Ebû Mihemed El Colanî kir.

Li Idlibê şênî li dijî serçete El Colanî derketin
28 sibat, 2024   10:48
NAVENDA NÛÇEYAN

Li bajarê Idlibê yê dagirkirî li dijî serçeteyê Tehrîr El Şam Ebû Mihemed El Colanî xwepêşandan hat lidarxistin û banga çûyîna wî û aşkerakirina çarenûsa windahiyan hate kirin. 

Li gorî çavkaniyan, bi sedan şêniyên Idlibê li ser bangewaziya çalakvanan li ber çerxerêya El Senter kom bûn û xwepêşandan li dar xist.

Xwepêşandêran li dijî çeteyên Tehrîr El Şamê yên di lîsteya terorê de ne, slogan berz kirin.

Beriya 3 rojan jî bi dehan şêniyan li bajarê Sermede yê bakurê Idlibê xwepêşandan li dar xistibû û banga çûyîna El Colanî û aşkerakirina çarenûsa girtiyan û windahiyan kiribû.

Li Idlibê ji dema ku çeteyên dewleta Tirk a dagirker bajar kontrol kiriye, rojane sûc li dijî şêniyan tên kirin.

(şx)