Zarokan silav û hezkirinên xwe ji Rêber Abdullah Ocalan re şandin

Zarokên Efrînê û Şehbayê yên bi darê zorê koçberî kantona Tebqayê bûne, di çalakiyekê de bersiva silavên Rêber Abdullah Ocalan dan û silav û hezkirinên xwe jê re şandin.

Zarokan silav û hezkirinên xwe ji Rêber Abdullah Ocalan re şandin
Zarokan silav û hezkirinên xwe ji Rêber Abdullah Ocalan re şandin
Zarokan silav û hezkirinên xwe ji Rêber Abdullah Ocalan re şandin
Zarokan silav û hezkirinên xwe ji Rêber Abdullah Ocalan re şandin
Zarokan silav û hezkirinên xwe ji Rêber Abdullah Ocalan re şandin
Zarokan silav û hezkirinên xwe ji Rêber Abdullah Ocalan re şandin
Zarokan silav û hezkirinên xwe ji Rêber Abdullah Ocalan re şandin
13 hezîran, 2025   21:47
TEBQA

Meclisa Şêniyên Efrîn û Şehbayê yên kantona Tebqayê di çarçoveya diyariya ku ji aliyê Rêber Abdullah Ocalan ve ji zarokan re hatiye şandin, îro ji bo zarokan re çalakiyek li dar xist. Di çalakiya ku li Parka Rêber Apo ya li navenda bajarê Tebqayê hate lidarxistin de, bi dehan zarok tevî endamên Meclîsa Gel a Koçberên Efrînê û Şehbayê beşdar bûn.

Endama Meclisa Koçberên Efrîn û Şehbayê ya kantona Tebqayê Elîf Şêxo axaftinek kir û bal kişand ser girîngiya rola aştîxwaz a Rêber Abdullah Ocalan ji bo çarerserkirina nakokî  û şerên ku niha li cîhanê diqewimin.

Piştre li ser navê zarokên Efrînî û Şehbayê xwendekara bi navê Şîlan Hisên daxuyaniyek bi Kurdî xwend.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Rêber Abdullah Ocalan piştî 26 salan bi zarokan re hevdîtin kir. Di nava zarokên ku ji bo hevdîtina bi Rêbertî re çûn Îmraliyê Ronahî Arcîn û Dîlan Arîn Ocalan jî hene. Rêbertî bi nameya xwe silavên xwe ji zarokan re şand û pênûs diyarî wan kir."

Di daxuyaniyê her wiha hate gotin: "Em di serî de silavên xwe ji Rêbertî re dişînin, hezkirina xwe ya mezin ji bo wî tînin ziman û dibêjin ku Rêbertî ji bo me û ji bo zarokên cîhanê pêşerojeke baştir ava dike û ji ber vê yekê em deyndarê wî ne. Bi dirûşma 'Em dixwazin bi Rêbertî re hevdîtinê pêk bînin', heta azadiya fizîkî ya Rêbertî pêk bê, em ê têkoşîna xwe bênavber bidomînin."

Di çarçoveya çalakiyê de endama Meclisa Koçberên Efrîn û Şehbayê li kantona Tebqayê Elîf Şêx Mihemed ji ajansa me re got: “Ev çalakiya ji aliyê xwendekarên Efrînî û Şehbayê yên ku bi darê zorê koçberî kantona Tebqayê bûne hatiye lidarxstin. Em spasiya xwe ji bo peyama Rêbertî ya ji bo zarokan tînin ziman. Ew zarok dê serkêşiya pêvjoya nû bikin û wê vê sedsalê bikin sedsala azadî û aştiyê. "

(k)