PDK rê nade xelk biçe ser gundên xwe

PDK carek din dorpêç danî ser gundên Bergare yê Dihokê, tê gotin PDK rê nade xelk biçe nava gundên xwe.

PDK rê nade xelk biçe ser gundên xwe
26 sibat, 2026   09:30
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçeya Rojnewsê, duh zêdetirî 20 gundên herêma Bergare ya ser bi parêzgeha Dihokê, li ser rêya sereke ya navbera Amêdiyê û Dêrelokê çalakiyek li dar xist û demek dirêj rê li trafîkê girtin. Welatiyan dixwest qedexeya ku 3 sal bu li herêmê hatî ragihadin were rakirin, xelk vegere ser gundên xwe û astengiyên heyî hemû werin rakirin.

Hate diyarkirin ku tevî bi saetan welatiyan ji rayedaran xwestin rê vekin, lê ti rayedarek yan jî berpirsên ewlekariyê berpirsyartiya vekirina rê negirtin ser xwe. Ji ber vê jî welatiyan bi xwe ketin gundên xwe yên wêrankirî û astengiyên li ser rê rakiribûn.

Heman ajansê da zanîn ku piştî 24 saetan çekdarên PDK’ê carek din qedexe danî ser herêmê û rê li welatiyan girtin ku neçin ser gundên xwe.

Welatiyek gundê Mijê ku nexwest navê wî were aşkerekirin ji heman ajansê re axivî û got; “Qeymeqamê Amêdiyê Warşîn Selman bi fermî ji me re got ku nabe hûn biçin gundên xwe û serdana gundan bikin."

Li gorî heman çavkaniyê, qeymeqam sedema vê yekê bi tedbîrên berpirsên xwe ve girêdaye û bêyî ku behsa hesaban bike gotiye hîn jî hesabên wan bi aliyê Tirkiyeyê re hene.

Welatiyên duh karîn xwe bigihîn gundên xwe behsa wêrankirina malên xwe kirin. Welatiyan dîtin ku hemû mal, bax û baxçeyên wan ji ber êriş û bombebaranên dewleta Tirk wêran bûne. Her wiha mizgeft û cihên geştiyarê jî hemû kavil bûne.