Meclisa Îslamî ya Elewî qetilkirina bi hinceta "bermahiyan" red kir

Meclisa Îslamî ya Elewî ya Bilind li Sûriye û Diyasporayê bi daxuyaniyekê "siyaseta tirsandin û kuştina sîstematîk" a li dijî civaka Elewî şermezar kir û daxwaza avakirina destûrekê li ser bingeha pergaleke federalî ya nenavendî û siyasî be kir.

Meclisa Îslamî ya Elewî qetilkirina bi hinceta "bermahiyan" red kir
25 sibat, 2026   23:33
NAVENDA NÛÇEYAN

Nivîsgeha Hevrêzî û Têkiliyên Giştî ya Meclisa Îslamî ya Elewî ya Bilind li Sûriye û Diyasporayê bi daxuyaniyekê siyaseta "tirsandina girseyî û kuştina sîstematîk a li dijî sivîlên Elewî li perava Sûriyeyê û parêzgeha Humsê tê meşandin şermezar kir."

Di daxuyaniyê de hat gotin ku nivîsgeh bikaranîna peyva "bermahî anku filol" wekî hincet ji bo rewakirina pêkanînên kuştin an jî tirsandinê red dike, ji ber ku bûyerên par hebûna tiştê ku jê re "bermahî" tê gotin li herêmên ku bi piranî Elewî lê dijîn îspat nekirine.

Di daxuyaniyê de amaje bi "zêdebûna aloziya provokatîf" li gundewarê Cebla kir, ji ber armanca wê kişandina şêniyan ber bi bertekên tund ve ye.

Nivîsgehê bang li civaka navneteweyî û dewletên ku bi pirsgirêka Sûriyeyê re eleqedar in kir ku zextê bidomînin da ku çareseriyek siyasî bi dest bixin û daxwaza pêkanîna biryara NYˊyê ya 2254ˊan, avakirina destûrek li ser bingeha pergala federal a nenavendî û siyasî be kir.

(ac/fr)

ANHA