PDK rê nade Sendîkaya Rojnamevanan kongreya xwe li dar bixe

12  sal in ji ber behaneyên cûda PDK′ê rê nade kongreya Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistanê li dar bikeve. Ji sala 2019’an ve tenê 27 kes ji bo endamtiya sendîkayê hatine wergirtin.

PDK rê nade Sendîkaya Rojnamevanan kongreya xwe li dar bixe
26 cotmeh, 2023   14:39
NAVENDA NÛÇEYAN

Sekreterê Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistanê ya Şaxê Silêmaniyê Karwan Enwer der barê sedemên lidarnexistina kongreya Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistanê de ji Rojnews re axivî.

Karwan Enwer diyar kir ku ji sala 2011’an ve kongreya Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistanê nehatiye lidarxistin. Karwan got: “Dihat payîn ku di sala 2013’yan de kongre bihata lidarxistin, lê ji ber hilbijartinên parlementoyê û encûmenên parêzgehan hat paşxistin. Piştre biryar hat dayîn di sala 2015’an de kongre bê lidarxistin, lê vêcarê jî ji ber şerê DAIŞ û nebûna pere kongre ji bo demek nediyar hat paşxistin.”

Karwan Enwer diyarkir ku ji ber biryara encûmenê wergirtina endaman hatiye sekinandin û ji sala 2019’an ve tenê 27 endam hatine girtin. Karwan got: “Bi dehan rojnamevan sîviyên xwe ji bo sendîkayê şandine, lê bê bersiv mane. Li gor rêziknameya navxwe ya sendîkayê, her rojnamevanek sîviya pêwîst û pîvanên rojnamevanî têde hebe û daxwaza endambûnê bike, lê dema bersiv nehat dayîn, ew kes dibe endamê sendîkayê.”

Sekreterê Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistanê ya Şaxê Silêmaniyê Karwan Enwer diyarkir ku Nêçîrvan Barzanî û Qubad Talebanî diyarkirine ku ew amadene alîkariyê bidin ji bo lidarxistina kongreyê û got, wan daxwaz kiriye hemû sendîkayên Herêma Kurdistanê kongreyên xwe lidarxin û rêzikname û bernameya xwe ya nû diyar bikin.

Li aliyê din li gor zanyariyên bi dest Rojnews gihane, PDK ji ber neqîbê xwe yê li encûmena Sendîkaya Rojnamevanan rêgirî li pêkanîna kongreyê dike.  Sedema wê jî ewe ku hevsengiya rojnamevanên Hewlêr û Dihokê du qatê ya rojnamevanên Silêmaniyê be.