PCCWS li ser "biryarnameya efûyê" bi guman e

PCCWSˊê diyar kir ku hewcedariya "biryarnameya efûyê" ya ku Ehmed El Şeri derxistiye bi bingeha yasayî heye û destnîşan kir ku ew tevî gel li bendê ye ku hejmarek mezin ji revandî û windayan di çend rojên bê de werin berdan.

PCCWS li ser "biryarnameya efûyê" bi guman e
19 sibat, 2026   17:59
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Siyasî ya Navîn û Rojavayê Sûriyeyê (PCCWS) gumanên xwe li ser "biryarnameya efûyê" ya ku serokê hikumeta demkî ya Sûriyeyê Ehmed El Şeri derxistiye anîn ziman û diyar kir ku pêdiviya wê bi bingeha yasayî heye û bi "biryarnameya bêbingeh" bi nav kir, ji ber ku El Şeri erka xwe derbas kiriye.

PCCWSˊê di daxuyaniyekê de da zanîn ku efûya giştî ji aliyê yasayî ve divê bi awayekî qanûnî yan jî biryarnameyeke zagonsazî ne bi biryarnameyeke normal were derxistin. PCCWSˊê bal kişand ser ku desthilata heyî ne xwedî wê erka destûrî ye ku mîna vê biryarê bide.

PCCWSˊê di dewama daxuyaniya xwe de anî ziman ku hejmarek ji berpirsên "hikumeta defacto" di nav de jî Wezîrê Edlê Mezher El Weys, Cîgirê serokê Dadgeha Bilind ê nû hatiye tayînkirin Şadî El Weysî, Esed El Şêbanî û Mihemed El Beşîr hîna bi ser "Cebhet El Nusra" ve tên hesibandin û ew alî jî di lîsteya terorê ya navneteweyî de ye.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku ev gav wekî hewldanek ji bo derbaskirina zexta navneteweyî û hîleyek siyasî û medyayî ya bazarkirina ji bo "piştdayîna" desthilatê li forumên biyanî bi nav kir, û diyar kir ku ew bi "danezana destûrî" di forma wê ya niha de nas nake.

Di heman demê de PCCWSˊê anî ziman ew û gel berdana hejmarek mezin ji revandî û windayan re di çend rojên bê de dişopînin û bi hêvî ne tevahî girtî werin berdan.

(fr)