Paul Stich: Li Sûriyê bêyî Kurdan çareserî nepêkan e

Endamê Meclîsa Neteweyî ya Awistiryayê diyar kir ku li Sûriyeyê tu çareseriya ku Kurdan û kêmneteweyên li derve bihêle dê mayînde nebe.

Paul Stich: Li Sûriyê bêyî Kurdan çareserî nepêkan e
3 sibat, 2026   12:20
NAVENDA NÛÇEYAN

Endamê Meclîsa Neteweyî ya Partiya Sosyal Demokrat a Awistiryayê (SPO) Paul Stich derbarê Sûriye, Tirkiye û pirsgirêka Kurd de axivî.

Paul Stich bi tundî rexne li helwesta dawî ya Yekîtiya Ewropayê li ser Sûriyeyê kir û paşguhkirina rayedarên YE’yê ji bo bombebaranên li ser Rojava di dema serdana wan a Şamê de wekî tirsnak bi nav kir. Stich  destnîşan kir ku ev nêzîkatî ne tenê ji bo SPO’yê, di heman demê de ji bo gelek partiyên sosyal demokrat ên navneteweyî jî nayê qebûlkirin.

Stich derbarê peymanên di rojevê de axivî û diyar kir ku bersivên hem ji dostên wî yên Kurd û hem jî ji komên etnîkî yên cûda yên li Sûriyeyê nîşan dide ku atmosferek cidî ya bêbaweriyê heye. Stich destnîşan kir ku bi tunehesibandina îradeya Kurdan biryara derbarê pêşeroja Kurdan nabe bê girtin. Stich bi bîr xist ku Sûriye civakek pir-etnîkî ye û diyar kir ku aştiya mayînde li welêt tenê bi pergalek ku misogeriya ewlehiyê di nava xwe de dihewîne, mafên kêmneteweyan bi zelalî destnîşan dike û van mafan bi destûrî misoger dike pêkan e. Stich anî ziman ku ev maf divê ne tenê bi gotinê be, di heman demê de bi mekanîzmayên şênber jî werin bicîhanîn.