Li Tirkiyeyê di meha Çileyê de 14 rojnamevan hatin binçavkirin û yek hat girtin

DFG’ê rapora xwe ya meha Çileyê eşkere kir û diyar kir ku rojnamevanên ku êrîşên li ser Rojava dişopandin bûn hedef, di vê mehê de 14 rojnamevan hatin binçavkirin û yek hatiye girtin.

Li Tirkiyeyê di meha Çileyê de 14 rojnamevan hatin binçavkirin û yek hat girtin
3 sibat, 2026   11:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Komeleya Rojnamevanên Dicle Firatê ( DFG) eşkere kir ku desthilata Tirkiyeyê piştî êrîşên li ser Rojava li hember rojnamevanan zext û binpêkirinên zêdekir.

Li gorî rapora meha Çileyê ya DFGê 14 rojnamevan hatine binçavkirin, rojnamevanek hatiye girtin. DFG’ê, da zanîn ku pêşî li 22 rojnamevanan hatiye girtin ku nûçeyan bişopînin. Di heman pêvajoyê de 458 hesabên weke dîjîtal û medyaya civakî hatin astengkirin.

Di raporê de her wiha hate diyarkirin ku li dijî rojnamevanekî lêpirsîn hatiye destpêkirin, li dijî rojnamevanekî doz hatiye vekirin û hat gotin ku bi tevahî 3 sal, 9 meh û 7 rojan cezayê girtîgehê li 3 rojnamevanan hatiye birîn. Hat gotin ku niha darzandina zêdetirî 60 rojnamevan dewam dike û 26 rojnamevan hîn jî di girtîgehê de ne.

ROJNAMEVANÊN ÊRÎŞÊN ROJAVA DIŞOPANDIN BÛN HEDEF

DFG’ê destnîşan kir ku li gelek bajaran rojnamevanên ku xwestin çalakiyên li dijî êrîşên li ser Rojava bişopînin rastî tundî û astengiyên polîsên Tirkiyê hatine. Hat ragihandin ku nûçegihanê Ajansa Welat Nedîm Oruç li Cîzîrê bi derbkirinê hatiye binçavkirin û girtin û li Nisêbîn, Pirsûs û Wanê êrîşî rojnamevanan hatiye kirin.

SANSORÊN DÎJÎTAL

Di raporê de, hat gotin ku 39 hesabên medyaya civakî ji ber nûçeyên li ser Rojava hatine astengkirin û malper û hesabên Ajansa Mezopotamyayê û Jinnewsê rastî sansurê hatine. DFG’ê banga bidawîanîna zextên li ser rojnamevanan kir.