Şêxmûs Melek wefat kir

Şêxmûs Melek ku bi navê Ebû Melek tê naskirin, di 87 saliya xwe de wefat kir. Şêxmûs Melek ê weke kesayetek welatparêz û têkoşer tê zanîn, dê sibe li Qamişloyê bê oxirkirin.

Şêxmûs Melek wefat kir
3 sibat, 2026   12:28
QAMIŞLO

Welatparêzê bi navê Şêxmûs Melek ku bi navê `Ebû Melek` tê naskirin, duh (2 Sibat) derdora saet 23:00`an li mala xwe ya li taxa Xerbî ya Qamişloyê ji ber nexweşiyê wefat kir. 

Şêxmûs Melek (87) ê ji gundê Hebîsê yê Bakurê Kurdistanê ye, di salên 1960’î de derbasî bajarê Qamişlo dibe. Di sala 2020`an de bi nexweşiya koronayê dikeve, pê re krîza mêjî derbas dike û herî dawî bi nexweşiya zahaymerê dikeve.

Şêxmûs Melek salên 1980`yî de Tevgera Azadiyê nas dike û heta sala 2020`an di nava şoreşa Rojava de jî karê xwe didomîne.

Şêxmûs Melek gelek caran bi Rêber Abdullah Ocalan re rûniştiye.

Kurê Şêxmûs Melek Remzî Qamişlo (Îbrahîm Melek) di sala 1996`î de tev li Tevgera Azadiyê dibe, di sala 1999`an de li çiyayê Bagokê yê Bakurê Kurdistanê şehîd dibe.

Şêxmûs Melek di nava civakê de wek kesekî fedakar û welatparêz tê naskirin, di rêwîstiya xwe ya jiyanê de gelek helbest jî nivîsandine.

Şêxmûs Melek dê sibe (4 Sibat) bê oxirkirin û cenazeyî wî li Goristanan Şehîd Beşîr a li taxa Hilêliyê ya bajarê Qamişlo bê veşartin.

(sb)

ANHA