Paşxistina çareseriyan aloziya Sûriyê girantir dike

Nivîskarê Sûriyeyî Elî El Emîn destnîşan kir ku Sûriye piştî bi dehan salên zordariyê di pêvajoyeke nûavakirina nasnameya xwe ya neteweyî re derbas dibe. Her wiha li hember kiryarên desthilata niha ku aloziyan zêde dike û nakokî di nav Sûriyeyiyan de kûr dike hişyarî da, û daxwaza diyalogeke niştîmanî ya berfireh kir.

Paşxistina çareseriyan aloziya Sûriyê girantir dike
6 gulan, 2025   03:45
NAVENDA NÛÇEYAN  
YEHYA EL HEBÎB

Li devera Eşrefiya Sahnaya ku piraniya şêniyên wê Durzî ne, li başûrê rojavayê Şamê yê paytexta Sûriyeyê, di van rojên dawî de aloziyên ewlehiyê rû dan, ji ber pevçûn û bûyerên kuştinê ku di encamê de kuştî û birîndar çêbûn. Pevçûn li derdora Siwêda belav bûne, şêniyên herêmê ji ber van rewşan bi hêrs in û banga aramiyê dikin.

CENGA AVAKIRINA NASNAMEYA SÛRIYEYÊ

Nivîskar û çalakvanê siyasî yê Sûriyeyî Elî El Emîn der barê vê yekê de axivî û got: "Sûriyeya niha di cenga avakirina nasnameya Sûriyeyê de dike, ku hê jî durfên wê ne diyar in. Piştî ku rêjîma berê reviya, eşkere bû ku vê rêjîmê Sûriyeyê li ser gelê Sûriyeyê girtibû. Sûriye mîna şikeftekê bû, ku ronahî li pêkhateyên gelên Sûriyeyê girtibû da hevdû nebînin û nas nekin. "

El Emîn her wiha got: "Nebûna medyaya fermî ya hikûmetê rê li ber her kesî vekiriye ku li gorî nirxandin û hişmendiya xwe tev bigere. Her kesî yê din weke xayin nîşan da. Ev yek li mijara hevdû xayinkirinê sînordar nema, di heman demê de gihîştiye asta êrişên nijadperest ên kesên berdayî yê girêdayî hemû aliyên çekdar. Ev bûyer ji bo her Sûriyeyekî tiştên şerm in. Berpirsyariya qanûnî dikeve ser milê hikûmetê, parastina welatiyan berî her kesî erkê dewletê ye. "

‛DESTHILATA NÛ NE LI GORÎ MANTIQÊ DEWLET, WELATÎBÛN Û HIQÛQÊ TEV DIGERE’

Der barê siyaseta hikûmeta nû ya Şamê û çareserkirina arîşeyên xwecihî û dîtina cihêrengiyan li Sûriyeyê de, El Emîn got: "Mixabin hikûmet ji bo çareserkirina dubendiya parçebûna Sûriyeyê û pûçkirinê hewldên rasteqîn pêk nayne. Li şûna ku hewl bide Sûriyeyiyan bîne ser maseyekê, mijarê bi hêviya welatiyan ve dihêle ku li gorî xwe tev bigerin, bi taybet çekdarên girêdayî hikûmetê.  Me dît çawa ev yek çend caran li peravê û li Şamê qewimî, ku li wan deveran kuştin çêbû, piştre hikûmetê dest bi destwerdanê kir, weke ku ew tîma çareserkirina nakokiyan a Neteweyên Yekbûyî ye, piştî xerabûn çêdibe nû destwerdanê dike. "

EV KIRYAR PÊKHATEYÊN SÛRIYEYÊ JI HIMÛMETÊ DÛR DIXE

Derbarê metirsiyên van siyasetan li ser yekitiya Sûriyeyê, Elî got "bê guman ev kiryaran pêkhateyên Sûriyeyê ji hev dûr dixe û dûrbûna di navbera wan û avakirina Sûriyeya nû de zêde dike. Di rewşa heyî de Rêveberiya Xweser û civaka Durzî Danezna Destûrî nepejiran, lê tevî vê jî hikûmetê danezan li gorî vîna Sûriyeyiyan neguherî. "

Elî Emîn di wê baweriyê de ye ku, "Di şert û mercên niha de divê her kes berjewendiya welat bide ber çavan û divê Sûriyeyî li dora maseyekê rûnin û şêwaza dewleta ku ew qebûl dikin, gotûbêj bikin. Her wiha dema parlamentoyeke rewa ku nûneratiya hemû gelê Sûriyê bike, were hilbijartin jî, wê demê perlementerên rewşa dikarin biryara şêwaza dewletê bidin, ka dê federalî be ya navendî be yan nenavendî be, yan jî sîstemeke din ku nehatibe bîra kesî, ya girîng ku lihevkirin li ser bingeha rêzgirtinê be."

(k)

ANHA