Tişrîn bû dîrok

Pêkhateyên Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê, bi destana “Berxwedana Bendava Tişrînê” ku 102 şehîd hatin dayîn, rê li ber planên dewleta Tirk a dagirker girtin û di meşa xwe ya ber bi azadiyê ve de biser ketin.

Tişrîn bû dîrok
6 gulan, 2025   07:35
QAMIŞLO
SÎMA BIROKÊ

Rêveberiya Xweseriya Demokratik a Herêma Bakur û Rojhilatê Suriyeyê, duh (5 Gulan 2025), li ser Bendava Tişrînê daxuyaniyek da û diyar kir ku berxwedana bendava ya 118 rojan bi ser ketiye lewma çalakî hatiye bidawîkirin. 

Çalakiya gelan bidawî bû, lê sekna wan, kêliyên wan ên bi êş, lê bi bandor, rûyê wan ê ku hêvî û bawerî da cihanê, bi gotineke din nêzî 4 mehên dagirtî cihê xwe di hafizaya mirovan û dîrokê de girt.

Me jî xwest van tiştên hatine jiyankirin, bi bîr bixin.

Piştî ketina hikumeta Şamê, dewleta Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê êrişên xwe li dijî Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dijwartir kirin; bi taybet bajarê Minbicê û Kantona Firatê kirin hedefa êrişên xwe. 8`ê Kanûnê (2024) dewleta Tirk û çeteyên wê bajarê Minbicê dagir kir.

Dagirkeran piştre jî bi tank, top, balafirên şer, yên bêmirov ên biçek, obîs, moşek û hawanan berê êrişên xwe dan Bendava Tişrînê û Pira Qereqozaqê.

ÇIMA EV HERÊM?

Ev herdu dever di aliyê aborî, siyasî û leşkerî de gelekî girîng in. Pira Qereqozaq li ser rêya M4 a naveneteweyî ku heru aliyên çemê Firatê bi hevre girê dide û ji bo bazirganiya herêmê jî girîng e. Bendava Tişrînê jî pêdiviya piraniya ceyranê ya Kantona Firatê û Minbic, beşek Heleb û hinek deverên Tebqayê pêşwazî dike. Dîsa ji bo çandiniya avî çavkaniyek sereke ye.

Ji bilî van taybetmendiyan herdu dever ji bo ewlekariya herêmê di asta stratejîk de ne. Li gorî pisporan, hêzên ku li van deran serwer bibin, wê karibin tevahiya Herêma Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê jî kontrol bikin.

Dewleta Tirk a dagirker jî, dema HTŞ’ê berê xwe da Şamê, bi van hesaban xwest Tişrîn û Qereqozaq dagir bike û Rêveberiya Xweser ji holê rake. Rayedarên Tirkiyeyê bi daxuyaniyên xwe ev yek eşkere digotin.

KOMKUJÎ

Dewleta Tirk û çeteyên wê destpêkê li navenda bajarê Minbicê û gundewarên wê komkujî pêk anîn û xwest bi avakirina tirsê pêkhateyên ku bi salan e jiyanek hevpar ava kirine parçe bike. Piştre jî êrişên xwe li Tişrîn, Qereqozaq, Sirîn û gundewarên Kobanê berfireh kirin.

Di navbera 5 û 10`ê Kanûnê (2024) de li navenda Minbicê û gundewarên wê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê 19 welatî li cih û deverên cuda de qetil kirine û 4 jî birîndar kirine. Di êrişan de hin qurbaniyên din hene lê nehatine zanîn.

Ji 8’ê Kanûnê (2024) heta 9’ê Sibatê (2025) li gundewarên Eyn Îsayê jî 24 welatî şehîd bûne. Li gundewarê bajarê Kobanê û bajarê Sirîn 33 welatî ku di nav de rojnamevan, zarok, jin û ajokarê ambulansê hene şehîd bûn û 12 welatî jî birîndar bûn.

ŞERÊ DERÛNÎ YÊ BI RIYA RAGIHANDINÊ

Bi rêya saziyên xwe yên ragihandinê hewl da ku hêzên parastina herêmê wekî “terorîst” nîşan bide, dîsa xwestin bêjin Kurdan pêkhateyên din ji herêmên wan derxistine û dijminahiyê ava bike. Ji bo vê yekê li aliyekê wekî ku dewleta Tirk û çeteyên wê hemû dever bidest xistine nîşan dan, li aliyê din bi weşanên zindî hewl didan bandorek derûnî li ser gelan çêbikin.

Di nava pêkhateyên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de, hewildanên derxistina fitneyê jî derketin. Hêzên Ewlekariya Hundirîn li bajaran tedbîr girtin û çend caran ji ber hebûna tevlîheviyan li hin kantonan qedexeya derketina derve ragihandin.

ŞERVANA ÊRIŞ TÊK BIRIN

Li beramberî êrişan bejahî û hewayî jî şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê, Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) li eniyên pêş ên derdora Bendava Tişrînê û Pira Qereqozaqê berxwedaneke mezin nîşan dan û tevahî êriş têk birin.

Gelek caran hewildanên çeteyan ên derbaskirina herêmê vala derxistin. Bi wêne û dîmenan ev bûyer hatine belgekirin.

SEKINA GELAN A 118 ROJAN

Dema gel êrişên dagirkeriyê dîtin, di çaxekî de ku êriş dijwar bûn û ti alî bawer nedikir ku vîna gel di nava Şoreşa 19`ê Tîrmehê bi vî qasî deng vede, pêkhateyên Kurd, Ereb, Suryan-Asûr, Ermen û Êzidî 8`ê Çileyê li Bendava Tişrînê hatin cem hev û li wir bi navê “Berxwedana Bendava Tişrînê” destana vîndariyê çêkirin.

Çalakvanan li gel sermaya zivistanê, 15`ê Sibatê (1999) salvegera komployaya navneteweyî ya li hemberî Rêber Abdullah Ocalan hatiye meşandin, 8`ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê, 15`ê Adarê salvegera destpêkirina şoreşa Sûriyeyê, 21`ê Adarê Cejna Newrozê, meh û Cejna Remezanê li ser bendavê pêşwazî kirin.

Ji 8`ê Çileyê heta 5`ê Gulanê ji Kantona Firatê 8, ji Kantonên Tebqa, Reqa û Dêrazorê 7 û ji Kantona Cizîrê jî 19 komên cuda tevlî çalakiya nobedariya bendavê bûne.

Nobetdariya pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê piştî 118 rojan bi dawî bû.

KLÎB Û STRAN

Di 9`ê Sibatê de li ser berxwedana Bendava Tişrînê klîba "Bendava me ye" a ku gelek nav û deng girt ji hêla Hunergeha Welat ve hate derxistin. Dîmenê klîbê bi derfetên kêm di nava Berxwedana Bendava Tişrînê hate kişandin.

Her wiha ji aliyê Hunergeha Welat û Tevgera Çand û Hunera Demokratîk a Mezepotamya (TEV-ÇAND) ve stranên “Gujje Çemê Me”, “Bendava Berxwedanê”, “Li Binxetê” û “Bendava Lehengan (li ser bendavê hate kişandin)” hatin belavkirin.

Berxwedêrên Bendava Tişrînê li ser bendavê bi şevbuhêrkan stranên bi zimanê Kurdî û Erebî gotin, govendên çandên pêkhateyên herêmê gerandin.

GEL TEVLÎ SEFERBERIYÊ JÎ BÛN

Di heyama domandina êrişan gel di nava bajarên xwe de bi erka xwe ya xweparastinê rabûn. Bi şev û roj parastina tax û malên xwe kirin.

Di 2`ê Kanûnê (2024) de Rêveberiya Xweser a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji ber rewşa ku li herêmên Sûriyeyê qewimî seferberî ragihand. Ji bo piştgiriya QSD`ê û tevlîbûna seferberiyê jî li bajar, bajarok, gund û taxan bi dehan tabûr hatin birêxistinkirin.

Endamên Rêveberiya Xweser a Kantona Cizîrê, partiyên siyasî, tevgerên jinan û saziyên civakî yên pêkhateyên Kurd, Ereb û Suryan jî tevlî seferberiyê bûn.

Şêniyên herêmê bi çalakiyên gelêrî, çand û hunerî sekina xwe ya li hemberî dagirkeriyê nîşan dan. Dayikan jî li malên xwe ji bo amadekirina parên xwarinê ji şervanên QSD`ê re xwarin çêkirin.

ŞEHÎD Û BIRÎNDAR

Di encama êrişên hewayî yên balafirên dewleta Tirk a dagirker û di nava Berxwedana Bendava Tişrînê de 26 welatiyên ku di nava wan de rojnamevan, siyasetmedar, rêveber, hunermend û werzîşvan jî hene şehîd bûn û 240 welatî jî birîndar bûn.

RAGIHANDINA AZAD RASTÎ RAXIST BER ÇAVAN

Di şopandina êriş û geşdanên ku li herêmê rû didan rojnamevanan li eniyên pêş bi şervanan re xebatên xwe yên ragihandina heqîqetê meşandin. Di vê oxirê de 19`ê Kanûnê (2024) Nûçegihana me Cîhan Bîlgîn û Rojnamevan Nazim Daştan di encamê êrişeke hewayî ya delweta Tirk a dagirker li ser rêya Sirîn-Bendava Tişrînê şehîd bûn.

15`ê Sibatê Rojnamevan Egîd Roj di dema şopandina berxwedana gelan a li Bendava Tişrînê li bendavê di encama êrişa dewleta Tirk a dagirker de şehîd bû.

Di nava Berxwedana Bendava Tişrînê bi dehan rojanmevan jî birîndar bûn.  

XETEREYA HILWEŞÎNA BENDAVÊ

Piştî Bendava Firatê, Bendava Tişrînê di warê enerjî û berhemanînê de duyemîn mezintirîn bendav li Sûriyeyê ye. Gola bendavê bi qasî 1,9 milyar metrekab av depo dike. Nêzî 5 mîlyon kes sûdê jê digirin, her wiha 200 hezar hektar zeviyên çandiniyê av dide.

Di 10`ê Kanûnê (2024) Desteya Enerjiyê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi daxuyaniyekê ragihand ku ji ber êrişên hewayî yên dewleta Tirk a dagirker, Bendava Tişrînê ji xizmetê derket.

Li kêlek qutbûna kehrebeyê li ser zêdetirî 400 hezar kesên li bajarên Kobanê, Minbic, Sirînê, Cirniyê û Heleb, asta avê li beşên jêrîn bilind bû û gihaşt asteke xeternak. Êriş hişt ku xetereyên mezin li bendavê çêbibin, dibe ku karasetên mirovî û jîngehî yên mezin bi xwe re anîba.

Ekîbên teknîkî yên li bendavê 24 saetan dixebitîn û tedbîrên lezgîn digirtin, ji bo ku rê li ber hilweşînê bigirin deriyên berdana ava zêde vekirin û ji bo hilbirandina ceyranê jî ji 6 turbînan tenê yek ji bo bedena bendavê di xizmetê de hiştin.

HEWILDANÊN DÎPLOMATÎK

Rayedarên Rêveberiya Xweser bi armanca ku li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker helwest were nîşandan û dawî li êrişan werin danîn, li Sûriyeyê û derveyî welat gelek hevdîtin pêk anîn.

Yek ji encamên van xebatan, di 10`ê Adarê de Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Mazlûm Ebdî bi serokê desthilata Şamê Ehmed El Şeri re peymanek ji 8 bendan îmze kir. Misogerkirina wekhev temsîlkirina ol û neteweyên gelên Sûriyeyê, mijara ewlehî û xizmetguzariyê, vegera ewle ya koçberan, rêgirtina li ber gotinên nefretê û derxistina fitneyê,  ragihandina agirbestê li seranserî Sûriyeyê ji xalên peymanê bû.

Di encama berxwedana dîrokî ya şervanan û çalakiya nobetê ya gel de êrişên li ser Bendava Tişrînê û Pira Qereqozaqê hatin rawestandin.

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî duh (5 Gulan) bidawîbûna çalakiya nobetê ya li Bendava Tişrînê ragihand. Di daxuyaniyê de destnîşan kir ku ew îro encamnameya bi serketinê radigihînin, lê di heman demê de tekeziyê li ser berdewamiya têkoşîna li hember her xeteriyeke nû dikin.

(bb)

ANHA