Pasdarên Îranê wê tedbîqatên leşkerî li Kendavê pêk bînin

Pasdarên Îranê wê di 2 rojên pêş de tedbîqatên leşkerî li ava Kendava Erebî pêk bînin.

Pasdarên Îranê wê tedbîqatên leşkerî li Kendavê pêk bînin
3 kanûn, 2025   21:56
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên Deryayî yên Pasdarên Îranê ragihand ku wî di 2 rojên pêş de tedbîqatên leşkerî li ava Kendava Erebî pêk bînin. Hêzên Îranê diyar kir ku tedbîqatê wê di nava 2 rojan de li giravên nakokî li ser, Tengava Hurmiz û Deryaya Ûmanê bêne kirin.

Fermandarê hêzên bejayî yên Pasdarên Îranê Mihemed Keramî berê serdana yekîneyên ku beşdarî tedbîqata "Sehand 2025 Dijî Terorê" li parêzgeha Azerbaycana Rojhilat dibûn, kiribû. Berî wê, cîgirê berpirsê operasyonên hêzên bejayî Welî Madenî gotibû: ’’Ev tedbîqat piştî şerê 12 rojan tê lidarxistin; ji ber vê yekê girîngiyeke wê ya mezin heye û yekem tedbîqata meydanî ye ku li ser axa Îranê tê lidarxistin.’’

(bb)