Li Girê Spî 5 çete birîndar bûn

Li Girê Spî ya dagirkerî di êrişa çekdarên nenas de, yek jê serçete 5 çeteyên dewleta Tirk a dagirker birîndar bûn.

Li Girê Spî 5 çete birîndar bûn
3 kanûn, 2025   21:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên ku çavkaniyan ji herêmê ragihandine, di êrişa çekdarên nenas de yek jê serçete bi navê Ebû Emir, 5 çeteyên dewleta Tirk a dagirker birîndar bûn. Tê gotin ku birîna çeteyan giran û ji bo nexweşxaneyê hatin veguhestin.

Çavkaniyan xwecih ji bajarokê Sikûkê yê bakurê Reqayê ragihand ku serçete wekî "berpirsê hêzên ewlehiyê" li herêmê dihat naskirin û çar çeteyên din cihê xwe di nava hêza wî de digirtin.

(bb)