Partiyên Rojhilat: Rejîma Îranê dixwaze tola şerê xwe yê bi Îsraîlê re ji civakê hilîne

Partî û rêxistinên Rojhilatê Kurdistanê li hemberî zext û hewldanên tepisandinê yên desthilata Îranê daxuyaniyeke hevpar da û diyar kir ku “Komara Îslamî ya Îranê dixwaze tola xwe di şerê Îsraîlê de ji civaka sivîl, tevgera mafxwaziya gelên Îranê û girtiyên bêberevan bistîne.”

Partiyên Rojhilat: Rejîma Îranê dixwaze tola şerê xwe yê bi Îsraîlê re ji civakê hilîne
10 tîrmeh, 2025   10:33
NAVENDA NÛÇEYAN

Ji Rojhilatê Kurdistanê û Îranê 7 partiyên siyasî û rêxistinan belavokeke hevpar weşand û li ber zextên desthilata Îranê ya li hemberî girtiyên siyasî, muxalîf û civaka sivîl rabûn.

Daxuyaniya hevbeş a partiyên li Rojhilatê Kurdistanê ya li ser pêla nû ya zext û girtinê ya li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê bi vî rengî ye:

"Piştî şerê 12 rojan ê di navbera Îran û Îsraîlê de û ragihandina agirbestê, pêleke nû û berfireh a zext tepisandinê bi rêya girtin, çavsorî, dadgeriyên neadilane û îdamên bilez li Kurdistanê û deverên din ên Îranê ji aliyê Komara Îslamî ve dest pê kiriye. Dezgehên ewlehiyê yên rejîmê bi rêya tohmetên nerewa, çêkirina dosyayên sexte û darizandina girtiyên siyasî û her wiha bi nirxandina yasaya sîxuriyê li parlamento û dezgeha dadweriya rejîmê, rewşeke metirsîdar ji bo girtiyên siyasî û rexnegirên hikumetê afirandine. Li gorî raporan, hejmara destbiserkiriyan heta niha ji hezar kesî derbas bûye û rêjeya darvekirina girtiyên siyasî zêde bûye û berdewam dike.

Çend roj berî niha bû ku Îdrîs Alî, Azad Şucaî û Resûl Ehmed, 3 kolberên Kurd ku bi tometa hevkariya bi Îsraîlê re hatibûn tohmetbarkirin, hatin darvekirin û niha jiyana çend girtiyên din ên Kurd ên ji Bokanê ku 3 salan berî niha li şoreşa Jînayê de hatibûn girtin û cezayê îdamê lê birîbûn, di metirsiyê de ye.

Komara Îslamî ya Îranê her gava di şerekî yan pirseke navdewletî de tûşî şikestê hatibe, heyf û tola xwe ji tevgera mafxwaziya xelkê di hundirê welêt de standiye û niha jî dixwaze tola xwe di şerê Îsraîlê de ji civaka sivîl, tevgera mafxwaziya gelên Îranê û girtiyên bêberevan bistîne. Bê guman, eger Komara Îslamî hest bi givaş û bertekên bihêz ên navxweyî û derekî neke, dûr nîn e trajediya komkujiya girtiyên siyasî di girtîgehên Îranê de dubare bibe, wekî ya ku di sala 1988'an de piştî pejirandina agirbesta bi Iraqê re piştî 8 salên şerê bêencam, bi hezaran girtiyên siyasî di welat de kuştin.

Em tevî nîşandana nîgeraniyên xwe li dor wan metirsiyên ku gefê ji çalakvanên siyasî û sivîl, bi taybetî jiyana girtiyên siyasî dixwin, daxwaz ji:

- Birêz Mai Sato ya raportora taybet a Neteweyên Yekbûyî ji bo kar û barên mirovî li Îranê

- Navendên navneteweyî ên parastina mafên mirovan

- Hemû xelkê azadîxwaz ên cîhanê dikin;

Bi her awayî ku dikarin dengê xwe li dijî vê siyaseta nemirovane bilind bikin û rê nedin ku Komara Îslamî bê tirs û xem ber bibe canê wan xebatkarên ku ji bilî mafxwazî, azadîxwazî û xebat ji bo başkirina rewşa jiyana xwe û mafên siyasî, sivîl û neteweyî ên xwe tu gunehek nebûne.

Em bang li partî û rêxistinên siyasî yên Îranê, saziyan, îraniyên azadîxwaz û Kurdên diyasporayê dikin ku bi hevdengî, çalakî û aksiyon û civînên xwe, dengê nerazîbûn û bêzariya xwe li dijî vê siyaseta tepeserkar bilind bikin. Bêguman hesta hevsozî û piştgiriya ji bo girtiyên siyasî di nava civatên xelkê Îranê de pir bi hêz û xurt e û ev nerazîbûna giştî û tevalî ya cîhanî dê ji bo tevgereke seranserî û kurdistanî di siberojê de xweş û geş bike."

PARTIYÊN KU DAXUYANÎ DAYE

Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê- PJAK
Partiya Azadiya Kurdistanê – PAK
Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê (PDKÎ)
Komeleya Şoreşger a Zehmetkeşên Kurdistana Îranê
Sazmana Xebat ya Kurdistana Îranê
Komeleya Zehmetkeşên Kurdistanê
Komele- Rêxistina Kurdistanê ya Partiya Komunîst a Îranê