Yekîneyeke artêşa Îsraîlê derbasî gundewarên Quneytîrayê bû

Yekîneyeke artêşa Îsraîlê ya ji tankek û 2 wesayîtên zirxî pêk dihat, derbasî navbera gundên Semedaniya Rojava û Semedaniya Rojhilat ên Quneytîrayê bû. Bêdengiya hikumeta veguhêz a Sûriyeyê ya li hemberî tevgerên Îsraîlê yên li ser xaka Sûriyeyê jî dewam dike.

Yekîneyeke artêşa Îsraîlê derbasî gundewarên Quneytîrayê bû
10 tîrmeh, 2025   10:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Duh bi şev yekîneyeke artêşa Îsraîlê ku ji tankek û 2 wesayîtên zirxî pêk dihat, di navbera gundên Semdaniya Rojava û Semdaniya Rojhilat ên li gundewarê Quneytîreyê de derbas bû.

Hate zanîn ku ev hêz ji baregeheke ku vê dawiyê ji aliyê artêşa Îsraîlê ve li bajarokê Hemîdiyeyê hatibû avakirin, derketin.

Li gorî agahiyan, di navbera 9’ê Hezîranê û 5’ê Tîrmehê de 22 caran derbasî deverên Quneytîrayê bû. Di encamê de sivîlek hat kuştin, 13 kesên din hatin binçavkirin. Her wiha êrîşên li ser milkê sivîlan hatin kirin, nuqteyên demkî yên leşkerî yên kontrolkirinê, hatin avakirin, şênî, mal û erebe hatin kontrokirin, dibistan hatin xirabkirin.

Li hemberî van tevgeran hikumeta veguhêz a Sûriyeyê bê deng e.

Hêzên Îsraîlê berbanga Duşemê piştî serdegirtin û lêgerînên li ser zeviyên El Dewaya û Eyn El Zeytûn ên li gundewarê Quneytîrayê, yek jê zarok, 3 sivîl destgîr kirin.

Çavkaniyên xwecih ragihand ku kesên hatine girtin birayên Ehmed Ebdulhemîd û Ednan Ebdulhemîd El Kerban ji bajarokê Dawayê ne û zarok bi navê Merwan Şadî El Kerban (14) ji bajarokê Eyn Zeytûnê ye.

Artêşa Îsraîlê ragihand ku piştî ketina nav zeviyên navborî, wan şaneyek girêdayî Hêza Quds a Îranî li başûrê Sûriyeyê girtiye.  

Li hemberî tevgerên Îsraîlê yên li Quneytîrayê, hikumeta veguhêz a Sûriyeyê bê deng e.

(bb)