Di êrişên Rûsyayê de 3 kes hatin kuştin

Di êrişa hêzên Rûsyayê ya ser li bajarekî li rojhilatê Ukraynayê de 3 kes hatin kuştin û 4 kes birîndar bûn.

Di êrişên Rûsyayê de 3 kes hatin kuştin
10 tîrmeh, 2025   10:18
NAVENDA NÛÇEYAN

Ukraynayê duh êvarî bi daxuyaniyekê ku li ser Telegramê weşandiye, ragihand ku di êrişeke hewayî ya Rûsyayê de li bajarokê Kostyantynovka yê li rojhilatê welat, 3 kes hatine kuştin û çar kes jî birîndar bûn.

Dezgehê der barê êrişê de diyar kir ku "ji ber êrişê avahiyeke îdarî rûxiya. Tîmên rizgariyê 2 cenaze ji bin kavilan rakirin. Tîmên agirkujiyê şewatên li 4 avahiyan jî vemirandin."

Kostyantynivka ya li herêma Donetskê ku ji çend mehan ve di bin êrişa Rûsyayê de ye, wek xaleke girîng e ji bo pêşveçûna Rûsyayê ber bi rojava ve tê dîtin.

Waliyê herêma Donetskê Vadim Vilashkin daxwazaa veguhastina niştecihên wê bo deverên kêmtir xeternak ên li Ukraynayê kir.

(bb)