Partiya Sûriyeya Pêşerojê: Çete nayên tayînkirin, tên darizandin

Endam û rêveberên Partiya Sûriyeya Pêşerojê biryara tayînkirina qatilê Hevrîn Xelef wek fermadarê yekîneyeke leşkerî ya desthilata Şamê şermezar kir û xwest kujer werin darizandin û edalet ji bo şehîd Hevrîn Xelef pêk were.

Partiya Sûriyeya Pêşerojê: Çete nayên tayînkirin, tên darizandin
16 gulan, 2025   06:15
HELEB
MIHEMED EBDO

Desthilata Şamê beriya çend rojan çete Hatim Ebû Şeqra ku gelek sûc kirine û sekretera giştî ya Partiya Sûriyeya Pêşerojê Hevrîn Xelef qetil kiriye, wek fermandarê yekîneyeke leşkerî ya desthilatê tayîn kir. Li hemberî vê biryarê de gelek bertek derketin.

Hevserokê Meclisa Helebê ya Partiya Sûriyeya Pêşerojê Mihemed Xerîr der barê mijarê de axivî.

Mihemed Xerîr di destpêka axaftina xwe de got: "Dilovaniya xwedê li giyanê şehîdên Sûriyeya azad, di serî de sekretera giştî ya Partiya Sûriyeya Pêşerojê şehîd Hevrîn Xelef be. Em matmayî man ku çete Hatim Ebû Şeqra bo rêvebirina Firqeya 86’an hate tayînkirin. Em Partiya Sûriyeya Pêşerojê vê tayînkirinê şermezar dikin û wekî binpêkirineke mezin a mafên mirovan dibînin, ji ber ev kes sedema sereke yê şehîdxistsina Hevrîn Xelef e."

‘DIVÊ HESAB JI QATILAN WERE PIRSÎN’

Xerîr sûcê qetilkirina Hevrîn Xelef wek "terorane ku laşê mirov dilerizîne" pênase kir û diyar kir ku di jina siyasetmendar a ku bi çekên na, lê bi gotina azad tê koşiya pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hedef girtin.

Mihemed Xerîr anî ziman ku dê teşhîkirina sûcdarên ku bûne sedema herkîna xwîna gelê Sûriyeyê bidomînin û got: "Qatil nayên xelatkirin, lê hesab ji wan tê pirsîn. Hesabpirsîn jî beşek biçûk a pêkanîna edaletê ye."

‘DIVÊ MAFÊN JINAN DI DESTÛRÊ DE HEBIN’

Endama Meclisa Jinan a Partiya Sûriyeya Pêşerojê Emîra Elî jî biryara tayînkirina çete Hatim Ebû Şeqra şermezar kir û bi bîr xist ku vî çeteyê gelek sûc kirine, bi cenazeyan lîstiye, destdirêjî û kiryarên terorî kirine.

Emîra Elî di dewama axaftina xwe de got: "Ev çete bû sedema şehîdxistina sekretêra giştî ya partiya me Hevrîn Xelef. Tayînkirina wî em wekî binpêkirina qanûn û peymanên navneteweyî yên edalet û mafên mirovan dibînin."

Emîrayê diyar kir ku Partiya Sûriyeya Pêşerojê bi israr e ku jin rola xwe ya bingehîn di siberoja Sûriyeyê de bilîze û got, divê mafên jinan di destûra nû  de bên mîsogerkirin.

‘BIRYAREKE XETERNAK E’

Rêvebera Nivîsgeha Rêxistinî ya Partiya Sûriyeya Pêşerojê Hena Kerdûş biryara tayînkirina çete Hatim Ebû Şerqa şermzar kir û wekî biryareke xeternatk li ser gelê Sûriyeyê û jinan bi taybetî pênase kir.

Hena Kerdûş îşaret bi vê yekê kir ku lîsteya çete Hatim Ebû Şerqa bi sûc û binpêkirinan tijî ku li Heleb û herêmên di bin dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê de kirine û wiha domand "Sûcê herî mezin ku kiriye li dijî şehîd Hevrîn Xelef bû. Hevrîn dixwest Sûriyeke azad were avakirin, xwedî fikirên nû ku li dijî vê çeteyên tundrew û alîgirên wî bû. Tayînkirina wî xetereyê li ser Sûriyeya nû çêdike."

Hena Kerdûş xwest çete Hatim Ebû Şeqra li dadgehên navneteweyî were darizandin.

(bb)

ANHA