Dayikên gerîla piştgirî da biryara PKK’ê

Dayikên gerîlayan anî ziman ku baweriya wan bi biryarên PKK’ê yên guhertina şêwazê têkoşînê mezin e û got "PKK’ê wezîfeya xwe ya dîrokî bi rêk û pêk temam kir, têkoşîna wê dê di dîrokî de zindî bimîne."

Dayikên gerîla piştgirî da biryara PKK’ê
16 gulan, 2025   03:45
HELEB
NESRÎN ŞÊXO

Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) 12’ê Gulanê encamnameya kongreya xwe ya 12’an aşkera kir ku di 5-7’ê Gulanê de pêk anîbû. PKK’ê ragihand ku tevahî xebatên bi navê PKK’ê bi dawî dibin û ji têkoşîna çekdarî derbasî têkoşîna siyasî dibe. Der barê biryarê de dayikên gerîlayên HPG’ê axivîn.

Sîham Reşo piştgirî da biryara PKK’ê û bi bîr xist ku PKK’ê dirêjahiya zêdetirî 40 salî li hemberî zîhniyeta netewe dewlet a ku hebûna Kurdan înkar kir, têkoşîneke mezin raber kir.

Sîham Reşo her wiha got: "Em bi keç û xortên xwe yên ku erka parstina welat bi cih anîn û li hemberî hovîtiya dagirkeran serî netewandin serbilind in. Gerîla îsbat kir ku dikare li ber xwe bide û niha jî li ser banga Rêber Abdullah Ocalan şêwazê têkoşînê diguherîne."

Sîham Reşo biryarên dawîn yên PKK’ê gavek ber bi pêkanîna aştiyê û avakirina pêvajoyeke nû ya siyasî ve ku xizmeta gelê Kurd dike.

’WEZÎFEYA XWE YA DÎROKÎ PÊK ANÎ’

Fatima Doyko bal kişand ser binpêkirinên ku li her çar aliyên Kurdistanê li dijî Kurdan dihatin kirin û da zanîn ku PKK’ê li hemberî van binpêkirinan di dawiya salên 70 yên sedsala borî de hat avakirin.

Fatima Doyko anî ziman ku gerîla erkên xwe yên dîrokî bi rêk û pêk temam kir û got: "Ji ber keda ku di rêya azadî û rûmeta gelê me de dane em deyndarên wan in."

Fatima Doyko bang li dewleta Tirk kir ku gavên cidî ber bi pêkanîna aştiyê ve biavêje.

Henîfe Hesen jî ku kurekî wê gerîla diyar kir ku Kongreya 12’an serketineke ku berhema berxwedana demek dirêj e û ne ji ber zext an êrişên dewleta Tirk a dagirker e.

Henîfe Hesen anî ziman ku ew bi dil û can bi gerîla re ne û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Biryar nayê weteya teslîmbûnê, lê belê destpêka pêvajoya têkoşîna siyasî ye. Tiştên ku îro hatine bidestxistin berhema têkoşîna bi salên dirêj e."

(bb)

ANHA