Partiya Sûriya Pêşerojê ya Minbicê 3'yemîn kongreya xwe li dar xist

Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê ya kantona Minbicê 3'yemîn kongreya xwe li dar xist. Di kongreyê de karê rêxistinî yê meclisê hat nirxandin û teqezî bi berfirehkirina karê rêxistinî ji bo avakirina Sûriyeya demokratîk û azad hat dayîn.

27 ÇILE, 2024   18:11
MINBIC

Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê ya Minbicê 3'yemîn kongreya xwe li dar xist. Di kongreyaê de şandeyên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a kantonê û komîte û saziyên wê, Meclisa Leşkerî ya Minbicê, Meclisa Malbatên Şehîdan, Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya, partiyên siyasî, rûspiyên eşîran û sekreteriya giştî ya partiyê beşdar bûn. Kongre li hola Meclisa Qanûnsaz a bajarê Minbicê hat lidarxistin.

Hevseroka meclisa partiyê ya Minbicê Ezab El Ebûd hemû şehîd di serî de têkoşer Zelal Zagros a ku roleke girîng di damezirandina meclisa partiyê ya Minbicê de lîstibû, bi bîr anîn.

Ezab soza domandina piştgiriyê ji bo Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) nû kir û got: "QSD'ê li gelek eniyan gel û xaka xwe ji dagirkeriya Tirk diparêze, her wiha li hember çeteyên DAIŞ'ê yên ku hewl didin xwe vejînin jî şer dike."

Ezab destnîşan kir ku ev kongre ji bo nûkirina soza piştgiriyê ji bo Rêveberiya Xweser e û got: "Projeya Rêveberiya Xweser projeya herî guncaw a çareserkirina krîza Sûriyeyê ye."

Serokatiya Nivîsgeha Rêxistinê ya Partiya Sûriya Pêşerojê Asya Hisên perspektîfên Rêber Abdullah Ocalan ên siyasî yên der barê şer û nakokiyên li Rojhilata Navîn pêk tên xwendin û got: "Şer û krîzên li herêma Rojhilata Navîn û cîhanê pêk tên bi taybet ên di navbera hêzên cîhanê yên mezin de bandorek li ser tevgera gel a li dijî rejîmên desthilat ên li herêmê kir."

Piştre, Sekretera Giştî ya Partiya Sûriya Pêşerojê Sîham Dawûd wiha axivî: "Ev deh sal in şoreşa me xwedî taybetmendiyên cuda ye û ev taybetmendî jî beşdariya jinên azadî e ku êdî bûne xwedî vîn û dikarin welatan ava bikin."

Sîham wiha domand: "Bi îrade û îsrara berxwedana Kobanê û Gurza Gelan, em bi ser ketin û em bi berxwedana şehîd Zelal ber bi pêkanîna azadiyê ve diçin da ku ev proje bibe nexşerêya Sûriyeya azad, demokratîk, nenavendî û pirrengî."

Beşdaran Îbtîsam Ebdulqadir wek seroka meclisa partiyê ya Minbicê û Mihemed Berkel wek cîgirê wê hilbijartin. Her wiha meclisek nû ji 35 endaman hat hilbijartin.

Di dawiya kongreyê de teqezî bi yekrêziya gelê Sûriyeyê li hember zehmetî û çareserkirina krîza Sûriyeyê bi rêya diyalogê û beşdarkirina hemû pêkhateyan di civînên navneteweyî de, hat dayîn û projeya Rêveberiya Xweser wek çareseriya herî guncaw a Sûriyryê ji bo têkbirina planên mêtingeriyê yên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê hat binavkirin.

(mh)

ANHA