Nûnerên partiyên siyasî serdana cihên dagirkeriyê li Kobanê hedef girtine kir

Nûnerên ji partiyên siyasî û hêzên siyasî li kantona Firatê cihên statejîk û xizmetguzarî yên ku balafirên dewleta Tirk a dagirker li Kobanê bombebaran kirine, şopandin.

Nûnerên partiyên siyasî serdana cihên dagirkeriyê li Kobanê hedef girtine kir
Nûnerên partiyên siyasî serdana cihên dagirkeriyê li Kobanê hedef girtine kir
Nûnerên partiyên siyasî serdana cihên dagirkeriyê li Kobanê hedef girtine kir
Nûnerên partiyên siyasî serdana cihên dagirkeriyê li Kobanê hedef girtine kir
Nûnerên partiyên siyasî serdana cihên dagirkeriyê li Kobanê hedef girtine kir
27 ÇILE, 2024   17:07
KOBANÊ

Şandeyek ji nûnerên partî û hêzên siyasî yên kantona Firatê serdana nuqteyên dewleta Tirk a dagirker li Kobanê hedef girtine, kirin. 

Şandeyê gera xwe ji navenda Miştenûrê ya tenduristî ku 5 caran li pey hev bi balafirên bêmirov di 25ˊê Kanûnê de hatibû bombebaran kir, dest pê kir. Di encamê de ji xizmetê derket. Navendê rojane xizmetî bi sedan nexweşan dikir.

Di gerê de endamên rêveber ên Desteya Tenduristiyê ji şandeyê re li ser girîngiya navenda tenduristiyê û armanca dewleta Tirk ji armangirtinê axivîn û got krîzkirina rewşê armanc bû.

Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Demoqrat a Kurdî ya SûrîGêlo Îsa axivî û bang li partiyên Kurd kir ku li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker bibin yek.

Îsa wiha got: "Armanca dewleta Tirk a dagirker êdî ji her kesî ve aşkera ye, ew jî qirkirina gelên herêmê ye, ji lew re êrişên xwe li dijî binesaziyên herêmê zêde dike."

Endamê Fermandariya Partiya Yekitî Mistefa Xelîl axivî û got ew di salvegera rizgarkirina Kobanê ji DAIŞˊê de hewl didin dengê gelê xwe yê berxwedêr ê li Kobanê bigihînin cîhanê û bang li azadîxwazan dikin ku alava kuştinê ya dewleta Tyirk a dagirker bi dawî bikin.

Dûre şandeyê berê xwe da stasyona kehrebê ku kehrebê dide Kobanê û 300 gundên din, ew stasyon bi êrişa asîmanî bi temamî hat wêrankirin. Endamên rêveber ên stasyonê got divê ev stasyon di nêztirîn demê de were sererastkirin û ew di dabînkirina parçeyên çaksaziyê de astengiyan dikişînin.

Dewleta Tirk a dagirker bi armanca têkbirina tevahî rêbazên jiyanê li herêmê êrişên xwe li dijî Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk anîn û pêk tîne.

(fr)

ANHA