Partiya Sûriya Pêşerojê sersaxî da malbata şehîd Salih Muslim

Partiya Sûriya Pêşerojê bi peyamekê sersaxî da malbata şehîd Salih Muslim û diyar kir ku çûyîna wî ji bo gelê Kurd û ji bo hemû hêzên neteweyî yên ku baweriya xwe bi edalet û demokrasiyê tînin windahiyek mezin e.

Partiya Sûriya Pêşerojê sersaxî da malbata şehîd Salih Muslim
12 adar, 2026   17:28
NAVENDA NÛÇEYAN

Partiya Sûriya Pêşerojê bi peyameke sersaxî da malbata Endamê Desteya Hevserokatiya PYDˊê şehîd Salih Muslim.

Di peyamê de hat gotin ku "Bi xemgînî û êşeke kûr me agahiya koça dawî ya hevalê me Salih Muslim, endamê Desteya Hevserokatiya Partiya Yekîtiya Demokratîk, wergirt. Bi vê boneya xemgîn, Partiya Sûriya Pêşerojê sersaxiyê dide malbata şehîd û hemû hevalên wî. Ji wan re sebir û aramiyê dixwaze. Me heval Salih Muslim di qadên têkoşînê de nas kir, ku ew yek ji parêzvanên herî berbiçav ên doza dadmend a gelê Kurd û têkoşîna gelê Sûriyeyê ji bo azadî û demokrasiyê bû. Bi vî awayî, Sûriyeyê bi giştî û gelê Kurd bi taybetî, yek ji parêzvanên herî germ ên hebûna xwe winda kir.

Windakirina şehîd Salih Muslim ji bo me hemûyan windahiyek mezin e.

Şehîd Salih Muslim li gelek qadên Kurdan, herêmê û navneteweyî bi pabendbûnek dilsoz a ji bo edaleta doza xwe û dozên hemû gelên banga azadiyê dikin, têkoşîn da. Tevî ku rastî girtin û zilmê hat jî, ew qet ji prensîbên xwe gav paşde neavêt û di têkoşîna gelê Kurd de roleke bingehîn lîst.

Şehîd Salih Muslim di vê qonaxa hesas û dijwar a dîroka gelê Kurd de koça dawî kir. Çûyîna wî ji bo gelê Kurd û ji bo hemû hêzên neteweyî yên ku baweriya xwe bi edalet û demokrasiyê tînin windahiyek mezin e.

Careke din, em sersaxiyê ji we, ji malbata şehîd û ji tevahiya gelê Kurd re dixwazin."

(fr)