Partiya Sûriya Pêşerojê ji xelkê Cidêdat ê Reqayê re civînek li dar xist

Partiya Sûriya Pêşerojê li rojhilatê kantona Reqayê civîneke gireseyî li dar xist. Di civînê hat diyarkirin ku armanc di qonaxa piştî ketina rejîma Baas de ew e ku Sûriyeyê bibe yek û dewleteke yasayî, ku tê de hemû beşên civakê wekhev bin, were avakirin.

Partiya Sûriya Pêşerojê ji xelkê Cidêdat ê Reqayê re civînek li dar xist
Partiya Sûriya Pêşerojê ji xelkê Cidêdat ê Reqayê re civînek li dar xist
Partiya Sûriya Pêşerojê ji xelkê Cidêdat ê Reqayê re civînek li dar xist
Partiya Sûriya Pêşerojê ji xelkê Cidêdat ê Reqayê re civînek li dar xist
Partiya Sûriya Pêşerojê ji xelkê Cidêdat ê Reqayê re civînek li dar xist
7 gulan, 2025   16:55
REQA

Partiya Sûriya Pêşerojê bi beşdariya hevserokê wê Ebid Hamid El Mihbaş, endamên partiyê yên bajêr, rûspî, serokeşîr, şêniyên bajêr û gundên wî civîneke girseyî li bajarokê Cidêdat ê bajarê Keramê yê rojhilatê kantona Reqayê organîze kir. Di civînê de geşedanên siyasî hatin şîrovekirin.

Di civînê de El Mihbaş got: "Mijar ne di guhartina Beşar de ye. Lê belê mijar guhartina sîstema desthilatdar e. Gelo yê ku piştî Esed desthilat teslîm biriye dikare armancên şoreşa Sûriyeyê pêk bîne? Hemwextî wê rewşa aborî hilweşiye û rejîma Esed binesazî wêran kirine."

El Mihbaş wiha domand: "Tiştê piştî hilweşîna rejîmê tê xwestin ew e ku gelê Sûriyeyê rûmeta xwe vegerîne. Tiştê di vê dawiyê de ji komkujiyên li peravê bûne û êrişên li dijî herêmên Durziyan pêk hatine, îsbat dikin ku armancên şoreşê bêyî lihevkirina di navbera tevahî etnîkên gelê Sûriyeyê de, pêk nayên."

El Mihbaş girîngî da pêkanîna ewlehî û aramiyê û girêdana bi Sûriyeyê ve û got: "Divê ewlehî û aramî li ser bingeha eşîretan û di navbera pêkhateyên Sûriyeyê de pêk were. Ne pêkan e tu kes were paşguhkirin, ji wê zêdetir divê girîngiyê bidin avakirina Sûriyeyê weke dewleteke hemwelatîbûnê û tevlêbûna li Sûriyeyê. Ev yek dema fermandariya rasteîn hebe ku bi avakirina Sûriyeyê bifikire pêkan dibe.

Di dawiyê de El Mihbaş got: "Em avakirina dewleteke yasayî ku tê de hemû yek bin, dixwazin. Armanca me jî bi hev re Sûriyeyê ava bikin. Her wiha divê em hişyar bin û bi mejî ne bi hestiyarî tev bigerin. Divê em welatê xwe bi pêş bixin. Em Efganistanî û Ozbekistanî li Sûriyeyê qebûl nakin, em Sûriyeyî dikarin welatê xwe bi destê xwe bi rê ve bibin."

(mh/fr)

ANHA