Li Ezazê 4 kes hatin kuştin 2 birîndar bûn 

Li bajarê Ezazê yê li gundewarê bakurê Helebê, di encama gulebaranê de 4 kes hatin kuştin û 2 kes jî birîndar bûn. 

Li Ezazê 4 kes hatin kuştin 2 birîndar bûn 
7 gulan, 2025   15:57
NAVENDA NÛÇEYAN 

Çavkaniyên herêmî ragihandin ku li bajarê Ezazê ku ji aliyê çeteyên artêşa Tirk ve hatiye dagirkirin, kezên rûpêçayî bi çekan êrişî firoşgeheke otomobîlan kirin.  

Di encama êrişê de 4 kes mirin û 2 kes jî birîndar bûn. Der barê nasnameya êrişkar û qurbaniyan de ti agahî bi dest neketin.