Parlementerên Fransî kefaleta siyasî ya 80 girtiyan girt ser xwe

Parlamenterên Fransî yên ji partiyên siyasî yên cuda, ji bo zêdeyî 80 girtiyên siyasî yên li Îranê cezayê darvekirinê li wan hatiye birin, kefaleta siyasî girt ser xwe.

Parlementerên Fransî kefaleta siyasî ya 80 girtiyan girt ser xwe
8 tîrmeh, 2026   18:55
NAVENDA NÛÇEYAN

Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê li ser ragihandina kefaleta siyasî ya ji aliyên parlamenterên Fransî ve ji bo girtiyên siyasî yên Kurdên Rojhilatê Kurdistanê daxuyaniyek weşand.

Li gorî agahiyên Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê, hejmarek parlamenterên Fransî yên ji partiyên cuda kefaleta siyasî dane zêdetirî 80 girtiyên siyasî yên ku li Îranê cezayê darvekirinê li wan hatiye birîn, ku 6 ji wan girtiyên siyasî yên Kurd in.

Navên 6 girtiyên siyasî yên Kurd û parlamenterên Fransî ku kefaleta wan girtiye ser xwe wiha ne;

Reûf Marûfî – Michael Bulu, Endamê Partiya Sosyalîst,

Mihemed Ferecî – Sandrine Runel, Endama Partiya Sosyalîst,

Muhsin Îslamxah – Anna Pick, Endama Partiya Sosyalîst,

Arman Meerîfetî – Fabrice Barrus, Endamê Partiya Sosyalîst,

Yûsif Ehmedî – Nadezh Abomangoli, Endamê Partiya Berxwedan a Fransayê,

Xatem Ozdemîr – Matthias Tavel, Endamê Partiya Berxwedan a Fransayê.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku kefaleta siyasî înîsiyatîfeke navdar e di Danezana Navnetewî ya Mafên Mirovan de. Di vê înîsiyatîfê de, parlamenter û kesayetên siyasî hewl didin ku bi kişandina bala raya giştî û pêşxistina zexta navnetewî, xeteriya darvekirin û binpêkirinên din ên mafên mirovan yên li dijî girtiyan kêm bikin.