Parlementerê Swêdî: Rojava hêviya mirovahiyê ye

Parlementerê Swêdî Jonas Sjostedt Rojava wekî heviya mirovahiyê pênase kir û anî ziman ku li Rojava vîzyonek hemû gel û baweriyan digire nav xwe heye.

Parlementerê Swêdî: Rojava hêviya mirovahiyê ye
30 ÇILE, 2026   12:32
NAVENDA NÛÇEYAN

Li hemberî êrîş û sûcên li dijî gelên Bakur Rojhilatê Sûriyê tê kirin, piştgiriya kûrevî mezin dibe. Endamê Parlementoya Ewropayê yê Swêdî Jonas Sjostedt ku tev li çalakiya piştgiriyên ji bo Rojava dibe, bang li herkesî kir ku li dora Rêveberiya Xweser bibin xelek.

Jonas Sjostedt Rojava wekî hêviya mirovahiyê nirxand û wiha got: “Em dizanin hêvî li Rojava ye. Ji ber ku îdealên Rojava tenê jinan naparêze. Mafên jinan jî diparêz e. Vîzyonek ku Xiristiyan û Misilman bi hev re bijîn heye. Vîzyonek ku kesên Kurdî û Erebî diaxivin bi hev re bijîn heye. Nirxên em di parêz ev in û ji bo wê ji sedî sed em piştgiriya we dikin.”

Sjostedt bi gotina, “Bijî Kurdistan” û “Bijî Kobanê” bang li hemû mirovahiya pêşverû kir ku piştgirî bidin berxwedana Rojavayê Kurdistanê.