Parlamentoya Lubnanê ji bo hilbijartina serokkomar civiyaye

Parlamenterên Lubnanê ji bo hilbijartina serokkomar kom dibin.

Parlamentoya Lubnanê ji bo hilbijartina serokkomar civiyaye
9 ÇILE, 2025   14:00
NAVENDA NÛÇEYAN

Parlamenterên Lubnanê ji bo hilbijartina serokkomarê 14ˈan, li Qada El Necme dicivin.

Serokê parlamentoyê Nebîh Birî, nûnerê Serokkomariya Fransayê Jean-Yves Le Drian jî ji bo beşdarbûna civînê çû Qada El Necme.

Hêzên ewlekariyê li naverasta Beyrûtê û derdora cihê civînê tebîrên parastinê zêde kirin.

Ji 2019ˈan ve Lubnan bê serokkomar e. Ev hilbijartin piştî şer ku çalakiyên Hizbullahê lawaz kirin û piştî hilweşîna rejîma Baasê ya Sûriyeyê tên lidarxistin.

Li gorî lêkolînerên siyasî yên lubnanî, nîşaneyên di çend saetên dawîn de diyar dikin ku fermandarê artêşê Joseph Ewn ê destekê ji DYAˈyê û hin dewletên din werdigire, yê herî bi şens e ku bê hilbijartin.

(bb)