Tevî êrişan jî nobeta li Bendava Tişrînê bi biryardarî dewam dike

Tevî êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê, nobeta şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya li Bendava Tişrînê bi biryardarî didome.

Tevî êrişan jî nobeta li Bendava Tişrînê bi biryardarî dewam dike
9 ÇILE, 2025   14:01
BENDAVA TIŞRÎN

Ji duh ve bi hezaran şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Bendava Tişrînê nobetê digirin. Şênî teqeziyê li ser israr û mayîna li bendavê dikin.

Tevî ku bi hezaran şênî li bendavê ne, dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê êrişên xwe didomîne.

(bb)

ANHA