Parlamenterên ji aliyê El Şera ve hatine tayînkirin dê sibe werin aşkerakirin

Parlamentoya Sûriyeyê ragihand ku dê sibe navên endamên ji aliyê serokê hikumeta demkî ve hatine tayînkirin, bêne aşkerakirin.

Parlamenterên ji aliyê El Şera ve hatine tayînkirin dê sibe werin aşkerakirin
30 hezîran, 2026   09:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Parlamentoya Sûriyeyê (Meclisa Gel) berbanga îro ragihand ku lîsteya navên endamên parlamentoyê yên ji aliyê serokê hikumeta demkî Ehmed El Şera ve hatine tayînkirin, dê sibe (1 Tîrmeh) were ragihand.

Komîteyên têkildar bi armanca diyarkirina kesên ku ji aliyê serokê hikumeta demkî ve werin tayînkirin, di navbera 15-20‘ê Hezîranê de hevdîtin bi zêdetirî 100 kesan re kiribû. Di vê çarçoveyê de, rojnameya El Quds El Erebî ragihand ku hevdîtin bi akademîsyen, hiqûqnas, rojnamevan û rûspiyên eşîran û nûnerên pêkhateyan re hatine kirin.

Parlamentoya Sûriyeyê ji 240 endaman pêk tê, ji wan 70 endam ji aliyê serokê hikumeta demkî ve tên tayînkirin.

(bb)