Li Xezayê di êrişên Îsraîlê de 8 kes hatin kuştin

Di êrişên Îsraîlê yên 24 saetên dawîn ên li ser Xezayê de 8 filistînî hatin kuştin û 27 jî birîndar bûn.

Li Xezayê di êrişên Îsraîlê de 8 kes hatin kuştin
30 hezîran, 2026   10:50
NAVENDA NÛÇEYAN

Hate ragihandin ku di êrişên Îsraîlê yên 24 saetên dawîn ên li ser Xezayê de 8 filistînî hatin kuştin û 24 jî birîndar bûn.

Li gorî agahiyên hatine parvekirin, li herêma Mewasî ya Xan Yûnisê kampeke koçberan hate bombebarankirin, di encamê de dayikek û 2 zarokên wê hatin kuştin û bi dehan kes birîndar bûn. Hate gotin ku artêşa Îsraîlê li bakurê rojhilatê Xezayê operasyona rûxandina avahiyan pêk anî.

Girêdayî mijarê, artêşa Îsraîlê li herêmên rojhilat û navîn ên Xezayê ku bi navê "Xeta Zer" tê nasîn, operasyona xwe yên berfirehbûnê domand û bi obîsan êriş pêk anî.

(bb)