Li Dêrazorê bombeyek teqiya; 4 zarok birîndar bûn

 Li hundirê malekê li bajarokê Zîban ê rojhilatê Dêrazorê de bombeyek teqiya, di encamê de 3 keç û zarokek birîndar bûn.

Li Dêrazorê bombeyek teqiya; 4 zarok birîndar bûn
29 hezîran, 2026   23:26
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyên xwecihî îro daxuyand ku di malekê li bajarokê Zîban ê rojhilatê Dêrazorê de bombeyek teqiya. Di encamê de 3 keç û zarokek birîndar bûn û rakirin nexweşxaneyê.

Heta niha sedema teqînê û hebûna bomeyê li hundirê malê nayên zanîn.

(fr)