Parlamenterên Belçîkayê sûcên dewleta Tirk şermezar kirin

Parlamentetên Partiya Vlaams Belang a Belçîkayê di civîna li gel şandeya Rêveberiya Xweser de sûcên Tirkiyeyê û hedefgirtina binesaziya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kirin, her wiha rewşa herêmê û sûcên li herêmên dagirkirî nîqaş kirin.

Parlamenterên Belçîkayê sûcên dewleta Tirk şermezar kirin
Parlamenterên Belçîkayê sûcên dewleta Tirk şermezar kirin
Parlamenterên Belçîkayê sûcên dewleta Tirk şermezar kirin
8 mijdar, 2023   11:20
NAVENDA NÛÇEYAN

Şandeyeke Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê duh (7 Mijdar) bi 2 parlamenterên Partiya Vlaams Belang a Belçîkayê re li avahiya Parlamentoya federal li Brukselê civiyan.

Şandeya Rêveberiya Xweser ji nûnerê Rêveberiya Xweser ê li Ewropayê Ebdulkerîm Omer, hevseroka Nûnertiya Rêveberiya Xweser a li Belçîkayê Hozan Ehmed pêk hat. Şandeya belçîkî jî ji Aline Samin û Joris De Vriendt pêk hat.

Di civînê de, Dr.Ebdulkerîm Omer bi kurtasî behsa tecrubeya Rêveberiya Xweser kir û got: “Sala 2014`an Rêveberiya Xweser bi awayekî fermî hate ragihandin. Ji wê demê ve ji bo avakirina Sûriyeya demokratîk a nenavendî kar û xebat dike. Rêzê li hember tevahî sûriyeyiyan, kêmnetewe, bawerî û olan digire. Gelek girîng e ku di destûra nû ya Sûriyeyê, mafên jinan bê bihckirin mîna ku di hevpeymana civakî ya Rêveberiya Xweser de hatiye kirin. Rêjeya tevlêbûna jinan di saziyên fermî de ji sedî 40 e.”

Omer bal kişand ser rola Rêveberiya Xweser di tunekirina DAIŞ`ê di aliyê leşkerî de û ev nirxandin kir: “Şervanên QSD`ê ji bo tunekirina DAIŞ`ê li Baxozê sala 2018`an fedakariyên mezin nîşan dan. Lê belê tunekirina DAIŞ`ê di aliyê leşkerî de nayê wateyê ku ev rêxistina xeter bi temamî tune bûye. Bi hezaran hene ku li ser fikr û îdeolojiya wê ya tundraw perwerde dibin. Ji bo ku rê li pêşiya vegera DAIŞ`ê bê girtin, pêwîst e civata navneteweyî berprisyariyên xwe bîne cih, alîkariyê û desteka pêwîst ji Rêveberiya Xweser re pêşkêş bike.”

Girêdayî biryara Rêveberiya Xweser a darizandina çeteyên DAIŞ`ê jî Omer ev tişt anîn ziman: “Paşguhkirina bangewaziyên me yên têkildarî mijara darizandina DAIŞ`ê ji aliyê navneteweyî ve hişt ku Rêveberiya Xweser biryara darizandina çeteyan bi xwe bide.”

Her wiha Omer îşaret bi êrişên dawîn ên dewleta Tirk a dagirker kir û wiha domand: “Hedefgirtina rasterast a binesaziyê bû sedema zirarên madî yên mezin li herêmê. Ji ber wê gelek navend ji xizmetê derketin. Bi milyonan welatî ji wan xizmetan mehrûm bûn. Her wiha bi dehan sivîan jiyana xwe ji dest da.”

Omer destnîşan kir ku dewleta Tirk hemwextî êrişên rojane yên li dijî herêmê siyasetên xwe yên hovane li herêmên dagirkirî jî didomîne ku bi rêya koçberkirina xwecihên herêmê demografiya wan herêman diguherîne, malbatên çeteyan û endamên komên tundraw mîna DAIŞ û Cebhet El Nusrayê lê bi cih dike.

Parlamenter Aline Samin jî wiha nêrîna xwe der barê rojevên civînê de parve kirin: “Her kes dizane ku tunekirina DAIŞ`ê, gefeke ewlehiyê ya mezin li ser cîhanê bi dawî kir. Li ser wê esasê em tev de minetdarên we ne. Em teqez dikin ku em ê piştgiriya we bikin. Em bang li civata navneteweyî jî dikin ku berpirsyariyên xwe bînin cih, bi we re hevkar bikin da ku teror venegere, ewlehî û îstiqrara li herêmê hatiye bidestxistin, biparêze.”

Aline Samin wiha dirêjî da axaftina xwe: “Neheqiyeke berçav ji aliyê dewlet û hikumetan ve heye ku bangewaziyên we di mijara DAIŞ`ê de paşguh dikin. Divê ev alî, rola Rêveberiya Xweser di tunekirina DAIŞ`ê de ji bîr nekin. Ji ber wê, divê aliyên têkildar bi taybet ên rojava tevde piştgiriya Rêveberiya Xweser û hewldanên wê yên avakirina dadgeheke navneteweyî ji bo darizandina DAIŞ`ê bikin. Vê tecurbeyê biparêzin û di aliyê siyasî de nas bikin.”

Aline Samin di dawiyê de got: “Em sûcên Tirkiyeyê şermezar dikin. Hedefgirtina binesaziya herêmê ji aliyê wê ve li dijî qanûnên navneteweyî ye. Lê belê bêdengiyeke navneteweyî ya biguman li hember wê heye. Tu bihaniyên van helwestan tune ye. Herî kêm, dikarin bêjin ew Enqere teşwîq dikin ku siyaseta şer berdewam bike.”

(şx/c)