Erebistana Siûdiyê têkildarî şerê Xezayê 2 lûtkeyan li dar dixe

Erebistana Siûdî, lûtkeya erebî-afrîkayî ya 5`emîn ku dihat payîn şemiya bê were lidarxistin heta demeke nediyar taloq kir û lidarxistina du lûtkeyên din ên welatên Ereban û Îslamê ragihand.

Erebistana Siûdiyê têkildarî şerê Xezayê 2 lûtkeyan li dar dixe
8 mijdar, 2023   10:57
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîrê Veberhênanan ê Erebistana Siûdiyê Xalid El Falih ragihand ku dê di rojên pêş de li welatê wî têkildarî şerê Filistîn-Îsraîlê de 2 lûtkeyên welatên Ereban û Îslamê werin lidarxistin.

El Falih ku beşdarî Foruma Bloomberg a Aboriya Nû ya li Sîngapûrê bibû, got: “em ê vê hefteyê û di çend rojên pêşiya me de bibînin ku Siûdiyê lûtkeyek erebî ya awarte li Riyadê li dar dixe. Wê di nava çend rojan de lûkteyeke îslamî ji aliyê Siûdiyê ve bê lidarxistin.”

El Falih her wiha da zanîn ku dê welatê wî lûtkeyekê tevî welatên Afrîkayê jî li dar bixe, lê dema wê diyar nekir.

Li aliyekî din, malpera Îtîmad Online ragihand ku serokê Îranê Îbrahîm Reîsî roja yekşemê diçe Siûdiyê û dê beşdarî lûtkeya Rêxistina Hevkariya Îslamê bibe.

Hêjayî gotinê ye ku ji dema lihevkirina Siûdiyê-Îran a bi navbeynkariya Çînê (Adar 2023) ve, ev dê serdana yekemîn a serokê Îranê bo Siûdiyê be.

Wezareta Karên Derve ya Siûdiyê jî duh derengiya şevê daxuyaniyek da û ragihand ku lûtkeya ku dihat payîn serê hefteya bê bi dewletên Afrîkayê re were lidarxistin, dê ji ber lidarxistina her du lûtkeyên din bê taloqkirin.

(c)