Parlamenterê denmarkî: Dorpêçkirina Kobanê pêkanîna peymana 29`ê Çileyê asteng dike

Parlamenterê denmarkî Per Clausen kar û barên Sûriyeyê dişopîne, diyar kir ku divê dorpêçkirina Kobanê bi dawî bibe û kesên ku ji sûcên li dijî sivîlan berpirsiyar in werin darizandin.

Parlamenterê denmarkî: Dorpêçkirina Kobanê pêkanîna peymana 29`ê Çileyê asteng dike
10 adar, 2026   05:25
NAVENDA NÛÇEYAN

Endamê Parlamentoya Ewropayê yê ji Partiya Lîsteya Yekgirtî ya Denmarkê Per Clausen diyar kir ku peymana 29`ê Çileyê ku di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) û hikumeta demkî ya Sûriyeyê de hatiye îmzekirin, gaveke girîng bû ber bi aramkirina rewşê û vekirina rêyên çareseriyeke siyasî li Sûriyeyê ve lê hîn jî rastî astengiyan tê.

Li gorî peymana ku di navbera QSD û hikumeta demkî ya Sûriyeyê de, divê agirbest pêk were û hêzên leşkerî û ewlehiya hundirîn ji nû ve li Cizîrê û Kobanê werin bicîhkirin, her wiha saziyên rêveberiyê werin entegrekirin. Her wiha li gorî peymanê divê koçber vegerin cihên xwe.

Per Clausen da zanîn ku gihaştina pemaneke fermî gaveke rast û girîng e ji bo rawestandina tundiyê li Sûriyeyê. Clausen destnîşan kir ku peyman ne di navbera aliyên wekhev de hatiye kirin, lê di bin zexteke mezin a desthilata nû ya li Şamê û zextên Tirkiyeyê û yên derve li ser herêma Rojava, hatiye kirin.

Clausen destnîşan kir ku peyman heta radeyekê bûye egera aramkirina rewşê, lê nebûye egera rawestandina zexta leşkerî û siyasî li ser deverên din, wekî Kobanê. Clausen got peymanê di heman demê de derfetek peyda kiriye ku dan û standinên bi armanca gihaştina lihevkirinên siyasî yên berfirehtir der barê siberoja Sûriyeyê de berdewam bikin.

Têkildarî bendên ku hîn nehatine bicîhanîn, Clausen diyar kir ku divê dorpêça li ser Kobanê bi dawî bibe û her wiha kesên ku ji sûcên li dijî sivîlan hatine kirin berpirsiyar in, werin girtin. Clausen ev gav wek beşeke girîng a pêkanîna bibandor a peymanê nirxandin.

Li ser astengiyên ku rê li ber pêkanîna peymanê digirin, Per Claussen destnîşan kir ku yek ji girîngtirîn zehmetiyan ew e ka hikumeta demkî ya Sûriyeyê heta kîjan radeyê amadeye destkeftiyên herêmên Rojava ên rêveberiya herêmî de di salên borî de nas bike. Her wiha fikarên li ser destwerdana Tirkiyeyê li herêmê jî hîna berdewam dikin.

Clausen hişyarî da ku derengmayîna pêkanîna bendên peymanê dikare pozîsyona rejîma Şamê xurt bike, ji ber piştgiriya navneteweyî ya ku ew werdigire û dikare herêmên Rojava di bin zextên siyasî û leşkerî yên ku ji alîyên cûrbecûr, di serî de Tirkiyeyê, pêk tên, lawaz bike. Clausen bal kişand ser girîngiya piştgiriya ezmûna demokratîk a ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê derketiye holê û destkeftiyên wê yên rêveberiya herêmî de werin nirxandin.

(k)

ANHA