Malbatan daxwaza berdana dîlgirtiyan kir

Malbatên dîlgirtiyên li cem hikumeta demkî ya Sûriyeyê xwest dosyaya dîlgirtiyan di zûtirîn demê de were çareserkirin û dîlgirtî werin berdan.

Malbatan daxwaza berdana dîlgirtiyan kir
Malbatan daxwaza berdana dîlgirtiyan kir
Malbatan daxwaza berdana dîlgirtiyan kir
10 adar, 2026   02:45
HESEKÊ
BOTAN HISÊN

Malbatên dîlgirtiyên li cem hikumeta demkî ya Sûriyeyê banga berdana dîlgirtiyan kir.

Ciwana bi navê Şukriya Ebdulxenî Miêş a ji bajarê Dirbêsiyê ji dema destpêkirina êrişên li ser herêmê (17'ê Çile 2026) ve agahî ji bavê wê qut bûne, got: “Bavê min li Dêrazorê dîl hat girtin. Ji wê demê ve agahî jê nîn in. Em nizanin gelo dîl e an şehîd e."

Şukriya Miêş bang li hikumetê kir ku bavê wê û tevahî dîlgirtiyan berde û wiha dom da axaftina xwe: "Bavê min ji bo parastina xelkê Dêrazorê ji xetereya çeteyên DAIŞ'ê şer dikir. Madem parastin dikir, çima dîl hat girtin."

Sêlvîn Miêş a ji gundê Sosorikê yê başûrê Dirbêsiyê xwest peymana 29'ê Çileyê ya di navbera QSD û hikumeta demkî de were bicihanîn û xalê wê û hemû hevalên wî yên dîlgirtî werin berdan.

Ciwana bi nave Sîlva Miêş jî got: "Çend meh e agahî ji apê min qut e. Her roj em li benda vegera wî ne."

Fermandarê giştî yê QSD'ê Mezlûm Ebdî diyar kiribû ku derdora hezar û 70 şervan û sivîl dîl hatine girtin û got, hewldanên wan ên berdana wan dewam dikin.

(bb)

ANHA