Parêzvanên Niştîmanî tevgerên dijber li rojavayê Siwêdayê têk birin

Hêzên Parêzvanên Niştîmanî yên Siwêdayê bi daxuyaniyekê ragihand ku wan tevgerên dijber ên hêzên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê li eniyên rojavayê bajêr têk birin.

Parêzvanên Niştîmanî tevgerên dijber li rojavayê Siwêdayê têk birin
8 kanûn, 2025   23:51
NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandariya Hêzên Parêzvanên Niştîmanî yên Siwêdayê ragihand ku wan tevgerên dijber ên komên girêdayî hêzên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê şopandin.

Di daxuyaniya fermandariyê de hat diyarkirin ku li eniyên rojavayê bajarê Siwêdayê, li herêmên Til Hedîd-rêya Meamil-Kenakir komên hikumeta veguhêz bi awayekî bêserûber guleyên hawanan avêtin, hemwextî wê dronên wan eniyên şer digerîn.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku Hêzên Parêzvanên Niştîmanî yên li herêmê, bersiva topbaranê û çalakiyên dijber dan û rewş kontrol kir.

Fermandariyê di dawiyê de diyar kir ku tevahî enî di bin kontrola hêzên wê de ne û hêz amade ne bersiva her gefeke li dijî ewlehiya herêmê û aramiya şêniyên wê bidin.

(fr)