Parêzvanekî Şêxmeqsûdê: Yên ku êriş dikirin çeteyên DAIŞ`ê bûn

Yek ji berxwedêrên ku li hemberî êrişên komên çete yên li ser taxên Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û Benî Zêd parezvanî kir destnîşan kir ku yên ku êriş dikirin çeteyên DAIŞ`ê bûn.

Parêzvanekî Şêxmeqsûdê: Yên ku êriş dikirin çeteyên DAIŞ`ê bûn
13 ÇILE, 2026   09:29
QAMIŞLO

Endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Helebê Bangîn Heleb ku gelek rojan li hemberî komên çete yên hikumeta demkî ya Sûriyeyê li taxa Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û Benî Zêd li ber xwe ds û di encama bombebarana balafira bêmirov a biçek de birîndar bûbû, ji ANHA`yê re kêlî û serpêhatiya xwe vegot.

Bangîn Heleb destnîşan kir ku komên ku êrişî taxan dikirin, çeteyên dewleta Tirk û DAIŞ bûn û ev yek anî ziman: “Tevger û alên li ser milên wan ên DAIŞ`ê bûn. Em wan nas dikin, ev çend sal in em bi wan re şer dikin. Bi awayekî hovane êrişî pêk dianîn.”

Bangîn Heleb da zanîn ku komên êriş dikirin, ne `Artêşa Wetenî` bûn, artêşa wetenî dihat dizî dikirin, cenazeyên êrişkaran li erdê bûn, cenazeyên xwe ranedikirin, dikan vedikirin, erebe didizîn û dikan vedikirin.

Bangîn Heleb diyar kir ku 300 cenazeyên wan koman li erdê bûn û ew jî van agahiyan li ber raya giştî vedişêrin.

Bangîn Heleb bal kişand ser êrişên li ser nexweşxaneya Xalid Fecir û wiha anî ziman: “Bi tankan êrişî nexweşxaneyê dikirin, derbên tankê derbasî hundirê nexweşxaneyê dibûn. Hejmara birîndarên sivîl li nexweşxaneyê gelek bûn, dermanê ku dihate peydakirin ji bo sivîlan dihatin bikaranîn.”

Di berdewama axaftina xwe ya ser nexweşxaneyê de Bangîn Heleb behsa bandorên êrişan kir ku komên çeteyan li cihê avê yê nexweşxaneyê dixist, av tune bû ku birîndar vexwin û hem jî li aliyekî din ew li wir di nava xwînê de man.

Bangîn Heleb destnîşan kir ku çeteyan ne tenê bi balafireke bêmirov a biçek êriş dikirn, bi 6-7 balafiran êrişî dikirin, ji wan çend xwekuj bûn û yên mayî jî yên dewleta Tirk a ku bi navê `Bayraktar` tê naskirin bû û wiha got: “Di dema êrişên bi balafiran tank dihatin ber bi nexweşxaneyê ve, li wir endamên Hêzên Ewlekariyê çend tank şewitandin.”

(sb/fr)

ANHA