Ji ber şewatê zirarên mezin bi milkê Hisêniyê bûn

Şewatên li gundewarê rojavayê Til Temirê zirarên mezin gihandina mal û milkên gundê Hisêniyê.

Ji ber şewatê zirarên mezin bi milkê Hisêniyê bûn
Ji ber şewatê zirarên mezin bi milkê Hisêniyê bûn
Ji ber şewatê zirarên mezin bi milkê Hisêniyê bûn
Ji ber şewatê zirarên mezin bi milkê Hisêniyê bûn
Ji ber şewatê zirarên mezin bi milkê Hisêniyê bûn
Ji ber şewatê zirarên mezin bi milkê Hisêniyê bûn
Ji ber şewatê zirarên mezin bi milkê Hisêniyê bûn
21 hezîran, 2026   20:50
HESEKÊ

Nûçegihanê me ji gundê Hisêniyê yê rojavayê Til Temirê zirarên mezin ên ji ber şewatên li gund û derdora gund, bi mal û milkan bûne belge kirin.

Di dîmen û wêneyên nûçegihanê me kişandine de şopên zirarê yên bi gelek projeyên çandiniyê, mal û milkên welatiyan bûne dixuyin.

Li gorî daneyên meydanî, ji ber şewatê rasterast 7 projeyên çandiniyê zirar dîtin. Pergalên enerjiya tavê yên pêxistina bîran, hejmarek dînamoyên kişandina avê û xertûmên avdanê şewitîn.

Li kêleka wê jî, nêzî 20 ton ka, ku êma sewalan bû şewitîn. Vê yekê jî zirarek mezin bi şêniyan kir, barên wan ên aborî zêde kirin.

Ne tenê zirar bi beşa çandiniyê bûn, lê hin mal jî ji ber şewatê zirar dîtin; tiştên malê, xetên kehrebê yên li gund şewitîn.

(fr)

ANHA