Parêzgarê Hesekê pêşwaziya şandeyeke rûpsiyan kir

Parêzgarê Hesekê Nûredîn Îsa Ehmed bi amadebûna rêveberên Hêzên Asayîşê, bi şandeyeke rûspiyên bajêr re civiya.

Parêzgarê Hesekê pêşwaziya şandeyeke rûpsiyan kir
Parêzgarê Hesekê pêşwaziya şandeyeke rûpsiyan kir
Parêzgarê Hesekê pêşwaziya şandeyeke rûpsiyan kir
Parêzgarê Hesekê pêşwaziya şandeyeke rûpsiyan kir
Parêzgarê Hesekê pêşwaziya şandeyeke rûpsiyan kir
Parêzgarê Hesekê pêşwaziya şandeyeke rûpsiyan kir
7 sibat, 2026   13:19
HESEKÊ

Parêzgarê Hesekê Nûredîn Îsa Ehmed li avahiya parêzgariyê pêşwaziya şandeyeke rûspiyên Kurd û Ereb ên bajarê Hesekê kir.

Di hevdîtinê de ji rêveberên Hêzên Asayîşê Mehmûd Xelîl Elî amade bû.

Nûredîn Îsa Ehmed diyar kir ku yekitî, ewlehî û rûmeta welatiyan û pêşkêşkirina xizmetan, xebatên wan ên pêşîn in û soz da ku ew ê bibe parêzgarê tevahî xelk, pêkhate û mezheban e û got: "Ev kar emaneteke di stûyê me de ye. Em ji Xweda hêvî dikin ku me bi ser bixe û xêr û xweşiyê bide welat. "

Rûspiyan jî Nûredîn Ehmed ji ber mîsyona parêzgariyê pîroz kir û hêviya serketinê jê re xwest.

Li gorî agahiyên ku çavkaniyan dane ajansa me, dê fermandarê Hêzên Ewlekariya Hundirîn ê Hesekê Merwan El Elî yê ji aliyê hikumetê ve hatiye tayînkirin, serdana parêzger Nûredîn Îsa Ehmed bike.

(bb)

ANHA