Li Siwêdayê ji ber teqîna mayînekê ciwanek mir

Li Siwêdayê ciwanekî ji ber teqîna mayînekê, jiyana xwe ji dest da.

Li Siwêdayê ji ber teqîna mayînekê ciwanek mir
7 sibat, 2026   13:42
SIWÊDA

Li gorî şahidan, li ser rêya gundên Era û Efîniyê yên li başûrê rojavayê bajarê Siwêdayê mayînek bi erebeyekê de teqiya.

Nûçegihana me ragihand ji ber teqînê, xwediyê erebeyê yê bi navê Zeyd Elaa El Hadî jiyana xwe ji dest daye û erebî jî bi temamî rûxiya.

Aliyên têkildar tavilê berê xwe da cihê bûyerê û lêkolîn da destpêkirin.

(bb)

ANHA